-
Xwenîşandana berfire ya gelê Sûrîyê; hêzên Colanî welatî dan ber gaza rondikîner
Çirî 10, 2026 11:04Ji bo Înîya duyem a bi dû hev xwenîşandaneke berfire li navçeyên curbicur ên parêzgeha heskê hat lidarxistin. Bi hezaran kes ji welatîyên sûrî ji navçeyên curbicur ên parêzgeha hesekê bi nîşana nerazîbûna himber bêewlehîtî u pevçûnên himber hêzên Colanî xwenîşandanek li dar xistin.
-
Xwenîşandana cîhanî ji bo piştgirîya ji gelê Filistînê
Çirî 10, 2026 14:23Xelkên welatên curbicur ên cîhanê hevgavê sêyemîn salvegera operasyona Bahoza Eqsayê bi xwenîşandanê piştgirî dan gelê Xezzeyê u qirrkirina filistînîyan bi destê Rejîma Sîyonîst, şermezar kirin.
-
civîna Serokên Welatên Hevberjewend
Çirî 10, 2026 09:19Serokomarê Îranê di civîna Serokên Welatên Hevberjewendî da got: Xêr u berjewendîya me ne di rikeberîya di navbera rêyan da belku di bihevre- girêdana rêyan da ye.
-
Wezareta Berevanî û Piştgirîya Hêzên Çekdar ên Îranê: Navbira Amerîkayê bi Îranê ra mûşekên îranî diyar dikin
Çirî 08, 2026 21:30Serperestê Wezareta Berevanî û Piştgirîya Hêzên Çekdar ên Îranê tevî gotina vêya ku “meydan” gotina dawîn dibêje, got: Navbira Amerîkayê bi Îranê ra mûşekên îranî diyar dikin.
-
Lavrov: Rûsya berpirsyara têkçûna lihevkirinan derbarê Ukraynê nîne
Çirî 08, 2026 21:29Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê got: Mosko xwe berpirsyara têkçûna lihevkirinan derbarê çareserkirina pevçûna Ukraynê nabîne û di mijara mizakireyan da "wijdanekî rihet" heye.
-
Lêkolerekî kurd mîdala zêr a pêşbirkên dahênanê di Hişê Çêkirî da li Krowasîyê wergirt
Çirî 08, 2026 21:28Dr. Hamid Mihebbetî lêkoler û dahênerê kurd karî mîdala zêr a pênciyemîn dewra pêşangeh û pêşbirkên navdewletî yên afirandin û dahênanê ya INOVA 2026’ê li Krowasîyê bi dest bixe.
-
Kombûna hilbijartinê ya Trump li Tegzasê veguherî şîdetê
Çirî 08, 2026 21:26Kombûna hilbijartinê ya Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê, li bajarê Sen Antonio’yê yê eyaleta Tegzasê veguherî ajawe û şîdetê.
-
Bihayê cîhanî yê neftê ji 103 dolaran bo her bermîlekê derbas bû
Çirî 08, 2026 21:23Bihayê nefta Brentê bi zêdebûna zêdetir ji sedî duyan gihîşt 103.1 dolar bo her bermîlekê.
-
Firrînên Necefê bo Îranê jinûve dest pê bûn
Çirî 08, 2026 21:22Şirketa Geştên Asimanî ya Iraqê qala jinûve-destpêkirina firrînên rasterast ên vê şirketê bo Îranê kir.
-
Destdirêjîya Rejîma Siyonîst li Rexê Rojava tundtir bûye
Çirî 08, 2026 21:20Leşkerên Rejîma Siyonîst di dewama destdirêjîya dijî filistînîyên Rexê Rojava da, tedbîrên leşkerî li bajaroka “Bêyt Emrê” ya ku li bakurê Xelîlê ye tund kirin û hemî rêyên têketinê yên vê bajarokê girtin.