Lavrov: Rûsya berpirsyara têkçûna lihevkirinan derbarê Ukraynê nîne
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê got: Mosko xwe berpirsyara têkçûna lihevkirinan derbarê çareserkirina pevçûna Ukraynê nabîne û di mijara mizakireyan da "wijdanekî rihet" heye.
Sergey Lavrov, serokê dezgeha dîplomasiyê ya Rûsyayê ragihand: "Mizakireyeke dualî jî li Stenbolê bi ukraynîyan ra hati lidarxistin ku wan tam di wê demê da ew rawestand ku me pêşniyaz kir ku rojeva van mizakireyan berfirehtir bibe. Mizakireyeke sêalî jî bi beşdarbûna Amerîka û ukraynîyan li Ebûzebiyê hat lidarxistin ku ew jî ne bi destpêşxerîya me hat rawestandin; ji ber vê yekê wijdanê me rihet e."
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê tekez kir ku Mosko piştî êrişên pêkhatî di rojên hilbijartina parlimanê da, divê bizane ku Kiyêv bi kîjan helwestê amade ye vegere mizakireyan.