Bihayê cîhanî yê neftê ji 103 dolaran bo her bermîlekê derbas bû
Çirî 08, 2026 21:23 Asia/Tehran
Bihayê nefta Brentê bi zêdebûna zêdetir ji sedî duyan gihîşt 103.1 dolar bo her bermîlekê.
Malpera Oil Price’ê ragihand: Bihayê nefta Brentê bi zêdebûna zêdetir ji sedî duyan gihîşt 103.1 dolaran.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Reuters’ê, bihayê neftê roja Pêncşemiyê piştî berdewamîya nîgeranîyan derbarê dabînkirinê ji navçeya Rojhilata Navîn û zêdebûna êrişa ser keştiyan di Kendava Farsê û Tengava Hormizê zêde bû.
Bihayê danûstanên pêşerojê yên nefta Brentê bi zêdebûna 1.33 dolarî gihîşt 101.53 dolaran bo her bermîlekê. Bihayê danûstanên pêşerojê yên nefta West Tegzas Intermediate’ê ya Amerîkayê jî bi zêdebûna 1.11 dolarî gihîşt 89.39 dolaran bo her bermîlekê.