Kombûna hilbijartinê ya Trump li Tegzasê veguherî şîdetê
Çirî 08, 2026 21:26 Asia/Tehran
Kombûna hilbijartinê ya Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê, li bajarê Sen Antonio’yê yê eyaleta Tegzasê veguherî ajawe û şîdetê.
Di dema axaftina Trump li bajarê Sen Antonio’yê li eyaleta Tegzasê da nerazîyan axaftina wî li pey hev qut kirin û yek ji wan di dema derketina ji cihê bûyerê da kete ber êrişa fîzîkî û lêdanê.
Piştî êrişa fîzîkî ya yek ji alîgirên Trump ser yek ji nerazîyan, herî kêm 12 nerazîyên din axaftina Trump ji bo çend deqeyan qut kirin. Kanala “NBC News”ê jî ragihand ku herî kêm 9 nerazî ji cihê kombûnê hatin derxistin, her çend amara fermî derdem nehat weşandin. Di dema her rawestanê da, girseya alîgirên Trump jî dest bi hokirinê kirin.