-
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê; Polîsê Fransayê ciwanan tepeser dike û Ewropa bêdeng e
Çirî 07, 2026 15:48Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê piştî raporên têkildarî pevçûnên giran ên polîsê Fransayê bi xwendevanên dibistana navîn ra û girtina berfireh a wan nivîsî ku, polîsê Fransayê ciwanan tepeser dike û Yekitîya Ewropayê bêdeng e.
-
Li Zanîngeha Îlamê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat vekirin
Çirî 07, 2026 19:14Zanîngeha Îlamê bi awayekî fermî vekirina beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya ji bo sala nû ya akademîk ragihand.
-
Hejmara şehîdên Xezzeyê derbasî 74 hezar û 250 kesî bû
Çirî 07, 2026 19:14Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand: Ji destpêka şerrê tevkujîyê li Zîvala Xezzeyê di 7ê Cotmeha sala 2023an da heta nika, 74 hezar û 250 filistînî şehîd bûne û 175 hezar û 278 kes jî birîndar bûne.
-
Şoka nû ya şerrê bi Îranê ra ji bo amerîkayîyan; têçûya germkirina malê heta sedî 50 zêde dibe
Çirî 07, 2026 19:13Texmînên nû nîşan didin ku berdewamîya guhêrbarîyan di bazara enerjîyê da ligel berdewamîya şerrê Waşîngtonê dijî Îranê, têçûya germkirina malên amerîkayîyan di demsala sermayê ya pêşber da sedî 50 zêde dike.
-
Serokê MHPyê: Erdogan divê careke din bibe Serokkomar
Çirî 07, 2026 19:09Serokê Partîya Hereketa Neteweyî ya Tirkîyê (MHP) got: “Daxwaza me ev e ku heke Serokkomar guncav bibîne û parlimana Tirkîyê jî îradeya xwe ya qanûnî di vî alîyî da nîşan bide, berendamê serokkomarîyê yê Hevpeymanîya Komarê careke din Receb Teyyîb Erdogan be.”
-
81 asimangerr di operasyona dijî Îranê da zirar dîtine yan hatine têkşikandin
Çirî 07, 2026 19:08Li gorî rapora nû ya Xizmeta Lêkolînan a Kongreya Amerîkayê, ji dawîya Sibatê va, herî kêm 81 asimangerrên leşkerî yên Amerîkayê di dema operasyona dijî Îranê da zirar dîtine yan hatine têkşikandin.
-
Komîteya Awareyên Serêkaniyê rexne li derengxistina Şamê ya vegera awareyên Serêkaniyê kir
Çirî 07, 2026 19:07Komîteya Awareyên Serêkaniyê, hikûmeta Şamê û rêvebirîya vî bajarî bi derengxistina di amadekirina şert û mercên vegera awareyan da tawanbar kir û daxwaza dabînkirina ewlehîyê, vekirina rêgehan û radestkirina mal û milkan bo niştecîyên sereke berîya destnîşankirina pêkhateya rêvebiriyê ya bajêr kir.
-
Komeke çekdar a DAIŞê li Herêma Kurdistana Iraqê hat têkişandin; 22 kes hatin girtin
Çirî 07, 2026 19:06Saziya Ewlehîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku wan komeke çekdar a girêdayî DAIŞê bi navê “Welayeta Kurdistanê” têk şikandiye û 22 endamên wê li çend navçeyan girtine.
-
Birketina Festîvala Mûsîqaya Resen a Kurdî li Mihabadê
Çirî 07, 2026 15:03Nûçegihan : Necîb Ebdûlmecîdî
-
Serleşker Rezayî: Amerîka di şerrê leşkerî û aborî da têk çûye
Çirî 06, 2026 18:59Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Neteweyî nivîsî: Tengava Hormuzê bi gef an zextê venabe û Îran paşda venakişe.