81 asimangerr di operasyona dijî Îranê da zirar dîtine yan hatine têkşikandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360732-81_asimangerr_di_operasyona_dijî_Îranê_da_zirar_dîtine_yan_hatine_têkşikandin
Li gorî rapora nû ya Xizmeta Lêkolînan a Kongreya Amerîkayê, ji dawîya Sibatê va, herî kêm 81 asimangerrên leşkerî yên Amerîkayê di dema operasyona dijî Îranê da zirar dîtine yan hatine têkşikandin.
(last modified 2026-10-07T15:39:29+00:00 )
Çirî 07, 2026 19:08 Asia/Tehran
  • 81 asimangerr di operasyona dijî Îranê da zirar dîtine yan hatine têkşikandin

Li gorî rapora nû ya Xizmeta Lêkolînan a Kongreya Amerîkayê, ji dawîya Sibatê va, herî kêm 81 asimangerrên leşkerî yên Amerîkayê di dema operasyona dijî Îranê da zirar dîtine yan hatine têkşikandin.

Li gorî vê raporê ku di 5ê Cotmehê da hatiye birojkirin, mezintirîn xisar têkildarî asimangerrên MQ-9 Reaper e ku herî kêm 45 heb ji wan di dema operasyona dijî Îranê da ji dest çûne. Di vê raporê da herwiha amaje bi 12 balafirrên şêrr ên cûreya F-15E Strike Eagles hatiye kirin ku sê heb ji wan di meha Adarê da bi lêdana hêzên xwe li ser Kuweytê û yeke din jî di meha Nîsanê da li ser Îranê hatine têkşikandin.

 

Li gorî raporên ku ji hêla Xizmeta Lêkolînan a Kongreya Amerîkayê va hatine hilêxistin, di nav zirar û xisarên helîkopteran da jî dikare amaje bi helîkoptereka cûreya AH-64 Apache ku li gorî raporan li ser Tengava Hormizê hatiye jordaxistin, çar helîkopterên cûreya AH-6 Little Birds ku di dema operasyona rizgarkirinê da hatin têkşikandin û helîkoptereka cûreya MH-60 Sea Hawk ku li ser Deryaya Ereb ketiye xwarê, were kirin.