-
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê: Ziyanên ku li hêzên dijminê siûdî hatine xistin, bêmînak bûne
Çirî 06, 2026 15:23Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê li torên civakî nivîsî: Xisarên canî û ziyanên ku li hêzên dijminê siûdî hatine xistin bêmînak bûne.
-
Wezîrê Karên Hundur ê Îranê: Me gotûbêjeke avaker bi Emîrê Qeterê ra hebû
Çirî 06, 2026 18:52Wezîrê Karên Hundur ê Îranê piştî hevdîtina bi Emîrê Qeterê ra got: Me gotûbêjeke baş û avaker bi Emîrê Qeterê ra derbarê mijarên eleqedar di navbera her du welatan da hebû.
-
Zêdetirî 6 hezar kes li Fransayê ji destpêka nerazîtîyên xwendevanan va hatine girtin
Çirî 06, 2026 18:43Rojnameya fransî Le Figaro ragihand ku ji dema destpêka nerazîtîyan li Fransayê, zêdetirî 6 hezar kes li vî welatî hatine girtin.
-
Êrişa asimanî ya Rejîma Siyonîst ser navçeyên li başûrê Libnanê didome
Çirî 06, 2026 18:35Balafirrên şêrr ên Rejîma Siyonîst di sê caran da, hin navçeyên li beşa başûrê Libnanê bombebaran kirin.
-
Sê navendên terorîst - tekfîrî li başûr-rojhilata Îranê hatin têkşikandin
Çirî 06, 2026 18:34Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê qala têkşikandina 3 navendên operasyonî yên komeke terorîst - tekfîrî li başûr-rojhilat û kuştin û girtina 12 terorîstan kir.
-
500 rayedarên berê yên ewropayî, daxwaza çalakiya Yekitîya Ewropayê dijî bajaroksazîya Rejîma Siyonîst kirin
Çirî 06, 2026 18:33Zêdetirî pênc sed dîplomat û rayedarên berê yên ewropayî ji Yekitîya Ewropayê xwestin ku kesên têkildar di projeya E1 ya Rejîma Siyonîst da li Rexê Rojava bên boykotkirin û sînordarkirinên bazirganî dijî bajarokên sîyonîstnişîn bên sepandin.
-
Karasû: Qanûn hat pejirandin, lê pêvajoya aşitiyê hîn jî li paş deriyên girtî maye
Çirî 06, 2026 18:31Endamê Konseya Rêvebir a KCKê tevî amajeya bi encamnegirtina qanûna çarçoveyê piştî derbasbûna nêzikî du mehan, got ku derengxistina hikûmetê di çalakkirina mekanîzmên rêvebiriyê da, baweriya bi pêvajoya aşitiyê lawaz kiriye.
-
Sêyemîn karwanê awareyên Serêkaniyê bi 511 malbatan vegeriya navçeyên xwe
Çirî 06, 2026 18:29Sêyemîn karwanê awareyên Serêkaniyê ya ji 511 malbatan pêk dihat, piştî bi salan awaretiyê ji kampa Waşokaniyê û dibistanên Hesekeyê, ber bi gund û bajarokên başûrê Serêkaniyê va bi rê ket.
-
Qehremanîya xwendevanên îranî li Malezyayê; sê pileyên yekem ji bo Îranê hatin bidestxistin.
Çirî 06, 2026 18:26Tîma robotîkê ya Îranê di pêşbirka robotîkê ya Asya Oqyanûsiyeyê ya sala 2026an li Malezyayê da, sernavê qehremanîyê ya beşa tîmî ya vê pêşbirkê bi dest xist.
-
Fistîvala Hespê Kurdî li Bokanê
Çirî 06, 2026 17:10Nûçegihan : Necîb Ebdûlmecîdî