Firrînên Necefê bo Îranê jinûve dest pê bûn
Şirketa Geştên Asimanî ya Iraqê qala jinûve-destpêkirina firrînên rasterast ên vê şirketê bo Îranê kir.
Şirketa Geştên Asimanî ya Iraqê di daxuyanîyekê da tevî amajeya bi jinûve-destpêkirina ya firrînên Necefê bo Îranê, ragihand ku firrînên rojane ji balafirrgeha navneteweyî ya Necefa Eşref bo çend balafirrgehên Îranê ji wan Têhran, Meşhed û Îsfehanê dê pêk bên.
Di vê daxuyanîyê da hatiye ku armanca vegerandina firrînan, hêsankirina guhestina rêwîyan û berfirehkirina têkilîyên asimanî yên navşeyî yên Iraqê bi taybet ji bo pêşkêşkirina xizmetên mezhebî, dermankirin û perwerdeyê ye.
Şirketa Geştên Asimanî ya Iraqê firrînên Necefê bo Îranê ji dawiya meha Sibata sala raborî da piştî destdirêjîya Amerîka û Rejîma Siyonîst ser Îranê, rawestandibûn.