-
Xwendevanên fransî: Em di dersxaneyê da li ser piyan ders dixwînin
Çirî 11, 2026 15:54Xwendevanên fransî di gotûbêja bi Guardianê ra tevî gazinkirina ji şert û mercên xerab ên dersxaneyan gotin: Ji ber nebûna mase û kursiyan, em di dersxaneyê da li ser piyan ders dixwînin.
-
Wezareta Karên Derve ya Yemenê; bidawîhanîna kiryarên dijminane, ji bo Erebistanê têçûyeke kêmtir heye
Çirî 11, 2026 19:22Wezareta Karên Derve ya Yemenê ragihand: Prensîba kiryara beranber, diyarkera çawaniya bersiva leşkerî bo Rejîma Siûdî di vê qonaxê da ye û bidawîhanîna kiryarên dijminane, ji bo Erebistanê têçûyeke kêmtir heye.
-
Edmîral Seyyarî: Heke pêwîst be em ê careke din li gemîyên dijmin bidin
Çirî 11, 2026 19:21Serokê Erkantiya Giştî û Cîgirê Hevahengker ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Me hin derb li gemîyên dijmin dane ku heke careke din jî li dijî Îranê tiştek biqewime, em ê dîsan li wan bidin.
-
Pentagonê careke din hejmara kuştiyên hêzên amerîkayî zêde kir
Çirî 11, 2026 19:20Pentagonê careke din bi awayekî bêdeng hejmara hêzên amerîkayî yên ku di dema operasyonên têkildarî şerrê Îranê da hatine kuştin û birîndarkirin zêde kir.
-
Li Tirkîyê otobuseke geştyarî û kamyonek li hev ketin; 11 kes hatin kuştin
Çirî 11, 2026 19:20Di encama lihevketina giran a otobuseke geştyarî bi kamyonekê ra li parêzgeha Manîsayê ya Tirkîyê, 11 kesan canê xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn ku rewşa yek ji birîndaran xedar hatiye ragihandin.
-
7 filistînîyên din li Xezzeyê şehîd bûn / Hejmara giştî ya şehîdan gihîştiye 74 hezar û 377 kesan
Çirî 11, 2026 19:18Ligel berdewamîya destdirêjîyên Rejîma Siyonîst li ser Zîvala Xezzeyê, hejmara giştî ya şehîdên vê navçeyê gihîştiye 74 hezar û 377 kesan. Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li Xezzeyê jî ragihand: Di dirêjahîya şerrê tevkujîyê yê Rejîma Siyonîst dijî gelê Xezzeyê da heta niha 21 hezar û 976 zarok şehîd bo nexweşxaneyan hatine veguhestin ku yek hezar û 125 kes ji wan zarokên sava bûne û di
-
Medyayên erebî: Radestkirina projeyên kilîdî bo şirketên biyanî, aboriya Sûrîyê lawaz dike
Çirî 11, 2026 17:23Medyayên erebî tevî rexnegirtina li sîyasetên aborî yên hikûmeta demkî ya Sûrîyê, derbarê radestkirina projeyên stratejîk di beşên enerjî, neft, tranzît, cotkarî û pîşesazîyê da bo şirketên erebî û biyanî û dûhatên wê bo aboriya navxweyî û xetera berfirehbûna şîdetên tayfetî û îhtimala qewimîna pevçûna navxweyî hişyarî dan.
-
Fermandeyê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê: Zêdetirî 50 yekîneyên şerrker û piştgirîyê li sînoran hatin bicihkirin
Çirî 10, 2026 19:04Fermandeyê Hêza Bejayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Zêdetirî 50 yekîneyên şerrker û piştgirîyê li sînoran ji bakur-rojava heta rojava û başûr-rojava û ji rojhilat heta başûr-rojhilatê welêt û peravên Mokranê hatin bicihkirin.
-
Nakokî li ser qanûna Heşd Şe'bîyê; ji dewra serokatiyê heta avakirina beşa xwefirran
Çirî 10, 2026 18:56Nakokî di navbera Çarçoveya Hevahengiyê û Serokwezîrê Iraqê da li ser pêşnivîsa qanûna Heşd Şe'bîyê didome; pêşnivîsek ku li gorî guhertinên nû, avakirina beşa xwefirran jî di pêkhateya vê hêzê da pêşbînî kiriye.
-
Iraqçî: Senatorên amerîkayî daxwaza derketina ji qopîyê dikin!
Çirî 10, 2026 18:54Wezîrê Karên Derve li tora Xê nivîsî: Netanyahû tawanbarekî şêrr ê di bin şopandinê da ye ku destê wî bi xwîna ereb, amerîkayî û îranîyan hatiye werdan, heta senatorên amerîkayî jî daxwaza dîtina rêyekê ji bo derketinê dikin.