Li Tirkîyê otobuseke geştyarî û kamyonek li hev ketin; 11 kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i360816-li_tirkîyê_otobuseke_geştyarî_û_kamyonek_li_hev_ketin_11_kes_hatin_kuştin
Di encama lihevketina giran a otobuseke geştyarî bi kamyonekê ra li parêzgeha Manîsayê ya Tirkîyê, 11 kesan canê xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn ku rewşa yek ji birîndaran xedar hatiye ragihandin.
(last modified 2026-10-11T15:50:41+00:00 )
Çirî 11, 2026 19:20 Asia/Tehran
  • Li Tirkîyê otobuseke geştyarî û kamyonek li hev ketin; 11 kes hatin kuştin

Di encama lihevketina giran a otobuseke geştyarî bi kamyonekê ra li parêzgeha Manîsayê ya Tirkîyê, 11 kesan canê xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn ku rewşa yek ji birîndaran xedar hatiye ragihandin.

Ev bûyer îro li otobana Gebze–Orhangazî–Îzmîrê, li nêzikî rawestgeha peredana cadeyê Akhisarê ya parêzgeha Manîsayê qewimî û li gorî agahîyên ku hatine weşandin, otobusa geştyarî ya şirketa “My World Tur”ê ku ji Bûrsayê ber bi Îzmîrê va diçû li dorhêla taxa Ballîcayê li kamyonekê ket, giraniya lihevketinê ewqas bû ku otobus bi kêlekê ket ser erdê û kamyon jî ji cadeyê derket.

 

Parêzgarîya Manîsayê di daxuyanîya xwe ya herî nû da ragihand ku hemî birîndar ji bo wergirtina xizmetên dermankirinê bo nexweşxaneyên navçeyê hatine veguhestin û rewşa bedenî ya yek ji birîndaran xedar e. Hîn jî sebeba teqil a qewimîna bûyerê nehatiye ragihandin û lêkolîn di bin çavdêrîya dozgerîyê da didome.