-
Piştî êrişa Ukraynê agir termînala hinardekirina sotemenîyê ya Rûsyayê ket
Çirî 10, 2026 15:23Çend saetan piştî lihevkirina Trump bi Pûtîn ra li ser gazolê, êrişa xwefirrî ya Ukraynê termînala hinardekirina sotemenîyê ya Rûsyayê kir armanc.
-
Ensarullaha Yemenê: Heke êrişên Erebistanê neyên rawestandin em ê bi bombebarana balafirrgeha Riyazê ra razî nebin
Çirî 10, 2026 18:52Yek ji endamên polîtburoya Ensarullaha Yemenê got: Heke Erebistan dorpêçkirina welatê me û bombebarana wê ranewestîne, em jî tenê bi bombebarana balafirrgeha Riyazê ra razî nabin.
-
Rêjeya piştgirîya ji xebata Trump di nav amerîkayîyan da bo sedî 30 daketiye
Çirî 10, 2026 18:51Rêjeya hebandina Serokkomarê Amerîkayê, Donald Trump di rapirsîya nû ya Navenda Pewê da gihîştiye sedî 30. Hevdem bihayê gazolê li Amerîkayê ji destpêka şerrê Waşîngtonê dijî Îranê va, nêzikî sedî 70 zêde bûye, zêdebûnek ku wek yek ji nîgeranîyên sereke yên dengdêrên amerîkayî tê hesibandin.
-
Destdirêjîya Rejîma Siyonîst li ser navçeyên başûrê Libnanê û Xezzeyê didome
Çirî 10, 2026 18:50Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku topxaneya artêşa Rejîma Siyonîst navçeyên başûrê Libnan û Xezzeyê kirine armanc. Raportera taybet a NYyê jî ragihand ku qasa madeyên teqandinê yên li dijî Xezzeyê hatine bikaranîn qasî 6 bombeyên atomê ye.
-
Çend partîyên kurd: Hikûmeta demkî ya Sûrîyê berpirsyara parastina ewlehî û aramîya Hesekeyê ye
Çirî 10, 2026 17:57Çend partîyên kurd li Sûrîyê derbarê kombûna vê dawiyê li Hesekeyê ragihandin ku hikûmeta demkî ya Sûrîyê berpirsyara parastina ewlehî û aramîya navçeyê ye û divê rê li ber kiryarên ku dikarin bibin sedema peydabûna şidet û pevçûnê di navbera civakan da, bigire.
-
Pizişkîyan: Em hewcedarê çendalîkarîya rastî li herêmê ne
Çirî 10, 2026 15:02Serokomarê Îranê di civîna Serokên Welatên Hevberjewendî da got: Xêr u berjewendîya me ne di rikeberîya di navbera rêyan da belku di bihevre- girêdana rêyan da ye.
-
Zingila xeterê têkildarî qeyrana gazê li Ingilîsê
Çirî 10, 2026 14:39Gaza zimhêr a Ingilîsê daketîye asta herîkêm a di deh salên buhurî da u mezintirîn binkeyên zimhêrkirina gazê ya vî welatî jî li ber daxistinê ye.
-
Beşdarbûna bi dehan hezar filistînîyan di nimêja Înîyê da li Mizgevta Eqsayê
Çirî 10, 2026 14:37Bi dehan hezar filistînîyan nimêja Înîyê li Mizgevta Eqsayê u hewşên wê kirin.
-
ٰPêşbirkên Qaremanîya Asyayê; Tîma Bezê ya Guhgiranên Îranê di rêza duyem da cî girt
Çirî 10, 2026 14:36Tîma Bezê ya Guhgiranên Îranê bi bidestxistina 12 mîdalan di rêza duyem a Pêşbirkên Qaremanîya Asyayê da cî girt.
-
Sen`ayê hişyarî da şirketên geştên esmanî u binkeyên nifta Erebistanê
Çirî 10, 2026 14:35Berdevkê Dewleta Yemenê ji dewlet u alîyên ku Erebistan dixwaze wan tevlî şerê dijî Yemenê bike, xwest ku di destdirêjîya ser gelê Yemenê da beşdar nebin.