Xwendevanên fransî: Em di dersxaneyê da li ser piyan ders dixwînin
Xwendevanên fransî di gotûbêja bi Guardianê ra tevî gazinkirina ji şert û mercên xerab ên dersxaneyan gotin: Ji ber nebûna mase û kursiyan, em di dersxaneyê da li ser piyan ders dixwînin.
Guardianê di gotûbêja bi çend xwendevanên nerazî yên fransî ra ragihand ku dibistanên Fransayê ji bilî kevnbûnê, bi kêmbûna giran a îmkanan ra rûbirû ne; bi awayekî ku hin dersxane heta ji perdeyê jî ji bo pêşîlêgirtina têketina tavê bêpar in. Xwendevanên fransî wek nerazîtiya lêi hember kevnbûna dibistanan, kêmbûna îmkanan û nebûna mamosteyan, nêzikî du hefteyan berê nerazîtîyên xwe dest pê kirine ku polîs herî kêm şeş hezar û 600 kes ji wan girtine û sed kes jî birîndar kirine.
Li gorî vê raporê, nerazîtîyên xwendevanên Fransayê biryar e di rojên bê da careke din bên tundkirin. Yek ji xwendevanên nerazî ji Guardianê ra got: Em dibistanên lûks naxwazin belkî daxwaza me ew e ku dersxane bi îmkanên seretayî û pêwîst bên teyarkirin.