-
Ala Talibanî: Zêydî bona sekinandina qaçaxa nifta Herêmê bi Tirkiyê re gotûbêj kiriye
Çirî 31, 2026 05:22Şêwirmenda Serokwezîrê Iraqê ya ji bo karûbarên jinan ragihand ku Elî Zeydî bi rayedarên hikûmeta Tirkiyê re derbarê rawestandina qaçaxçîtiya niftê ya ji Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirine û ew dixebite ku qebareya hilberîn û hinardekirina niftê ya ji Herêmê diyar bike.
-
Şikesta muhtemel a Netaniyahu di hilbijartinên Parlimanê de xetera girtina wî zêde dike
Çirî 31, 2026 08:45Şikesta muhtemel a Bênyamîn Netaniyahu di hilbijartinên Parlimanê yên Rejîma Siyonîst de û wêdeçûna wî ji desthilatê, ne tenê nabe sedema îbtalbûna hikmê girtina wî ku ji aliyê Dîwana Navnetewî ya Cezayê ve hatiye dayîn, belke xetera girtina wî di seferên derveyî de zêde dike.
-
Destpêbûna Mêhricana Netewî ya Şanoya Ayînî ya Zîwiyeyê li Seqizê bi amadebûna 12 koman
Çirî 31, 2026 08:12Mêhricana Netewî ya Çaremîn a Şanoya Ayînî ya kevnare û Rê û rismên Nimayişan a Zîwiyeyê bi amadebûna 12 komên navxweyî derveyî li bajarê Seqizê karê xwe destpê kir û ji bo mideha 4 rojan wê berdewam be.
-
Medyaya amerîkî: Xercê şerrê Amerîkayê dijî Îranê rabû 47 mîlyard Dolarî
Çirî 28, 2026 19:11Malpera amerîkî ya The Hill, di raporekê de ku behsa zêdebûna lêçûnên şerê êrîşkar ê Amerîkayê dijî Îranê bo nêzî 47 milyar Dolarî dike, nivîsiye ku texmînek nû ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) nîşan dide ku lêçûna vê pevçûnê ji destpêka Îlonê ve ji 3 milyar dolarî zêdetir zêde bûye.
-
Dewama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser El Xelîlê ji bo roja şeşan a lidûhev
Çirî 28, 2026 19:08Şeva buruî, hêzên leşkerî yên Rejîma Siyonîst, ligel alavên leşkerî û wesayîtan, êrîşî çend bajarokan li parêzgeha El Xelîlê û kempa Fewar a li başûrê bajêr kirin û ji bilî rawestandina filistîniyan, lêgerîna wan a fîzîkî û tacîzkirina wan li xalên kontrolê yên nêzîkî Meydana Celdeyê ya li El Xelîlê, êrîşî malên filistîniyan jî kirin û lêgerîn li wan kirin.
-
Li Sêna ya Firansayê, pilana Divê kesên kawilkir berdêlê bidin, hat pejirandin
Çirî 28, 2026 19:00Sêna ya Fransayê sibeha Çarşemiyê bi 229 dengên erê û 105 dengên na, pêşnûmeya bi navê Divê kesên kawilkir berdêlê bidin, pejirand.
-
Çîn di Konseya Ewlehiyê de: Rêzê li mafên navokî yên Îranê bigirin
Çirî 28, 2026 18:57Nûnerê hertimî yê Çînê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, tekezî li ser pêwîstiya pejirandina nihêrîmeke hevseng li hember dosiyeya navokî ya Îranê kir û ji aliyên din xwest ku rêzê li mafê Komara Îslamî ya Îranê yê bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî bigirin.
-
Herîkêm 50 kes di encama lihevketina du trênan de li Spanyayê hatin kuştin
Çirî 28, 2026 18:29Di encama lihevketina du trênên bilez li Spanyayê de herîkêm 50 kes hatin kuştin.
-
Pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya sala 2027`an de tenê sedî 6 e
Çirî 28, 2026 18:28Endameka Komîsyona Darayî ya Parlimana Iraqê dibêje ku par û pişka Herêma Kurdistana Iraqê tenê sedî 6`ê bûdceya gişt welêt e û heta têra miaşê karmendên Herêmê jî nake.
-
Aşkerabûna hûrgîliyên nû li ser peywendiya Trump bi dosiyeya Êpstîn re
Çirî 27, 2026 19:02Rapora nû ya Demokratên Komîteya Dadweriyê ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê, careka din navê Trump li dosiyeya Cêfrî Êpstîn ve girêdaye.