-
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê: Yemenê 2 balafirên tiranzîta leşkerî ya Erebistanê kirin hedef
Çirî 27, 2026 15:30Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got: Hêzên me yên çekdar bi kerema Xwedê karîn du balafirên tiranzîta leşkerî ya Erebistanê bi du mûşekên balistîk bikin hedef.
-
Pêgîriya rêberê giranqedr ê Şoreşê li ser serêxwegirtina mercên Îranê ji bo bidawîanîna şêrr
Çirî 27, 2026 18:57Di hevdîtina sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî bi rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî de, Hezretê ayetullah Seyîd Mucteba Xamineyî, li ser şopandina dabînkirina maf û berjewendiyên gelê Îranê û bereya berxwedanê bi rêya serêxwegirtina şert û mercên ku ji hêla berpirsên welêt ve bi armanca bi dawîanîna şêrr û rewşa Ne şer û Ne jî aşitiyê raber bûne, pêgîrî kir.
-
Êrişa ser Kurdên aware yên sûrî dema vegera bo malên xwe li Girê sipiyê
Çirî 27, 2026 18:55Hejmarek ji Kurdên aware yên Girê Sipî ku li ser vexwendina Rêveberiya Navçeya Girê Sipiyê ji bo vegera bo malên xwe çûbûn vî bajarî ketin ber êrişê û zêde ji 100 malbatên Kurd ji wan jin û zarok, di avahiya Rêvebreriya Navçê de hatin dorpêçkirin.
-
Şasiwar Ebdilwahid: Me ji bo wergirtina posta alîkarê serokwezîr ti hevhatinek li gel YNK`ê tine
Çirî 27, 2026 18:55Şasiwar Ebdilwahid, serokê Tevgera Nivşa Nû, bi redkirina her cûre hevhatina li gel Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê(YNK) ji bo wergirtina posta alîkarê serokwezîrê Herêmê, ragihand ku
-
Wezîrê Berevaniya Pakistanê: Şêwirînên Têhranê li ser rewşa navçê hêvîdarkir bûn
Çirî 27, 2026 18:54Wezîrê Berevaniya Pakistanê bi diyarkirina hêvîdariya xwe li bara civîna çaralî ya Têhranê, ragihand: Şêwirînên ewlehiyê li ser alûgorên navçê û bidawîanîna şêrr, nîşaneyên pêşketinê û îmkana bi destxistina rêçareyê aşkera kirin.
-
ARAMCO deyndar e
Çirî 27, 2026 18:52ARAMCO ji ber jordaçûna bihaya niftê ya li dû şêrr qazanc kiriye lê şêrr bi gefa li ser binesaziyên wê wisa lê kir ku ev zilkompaniya niftê ji bo xurtkirina xwe ya ji hêla pereyî ve, bi qasî 10 mîlyard Dolaran ji bankên cîhanî kirêdît werbigire.
-
Pizişkiyan: Destwerdanên leşkerî yên Amerîkayê gefê li pêkanîna ewlehiya ji hêla enerjî û geşbûna abûriya cîhanê ve dixwe
Çirî 27, 2026 18:50Serokomarê Îranê bi pêgîriya li ser viya ku destwerdanên leşkerî yên Amerîkayê li navçeya Kendava Farsê, bazara enerjiyê û geûbûna Abûriya cîhanê dixe ber gef û xeterê û got: Komara Îslamiya Îranê amadetiya xwe ji bo lîstina roleke çalaktir bona pêşdabirina dîplomasiya çendalî, bihevreguherîna zanist û tecrube û geşepêdana derfetên sermayeguzariya li binesaziyên gazê di çarço
-
Pêşbirkên Guleşta Ferengî ya Cîhanê; Îran bû qaremanê cîhanê
Çirî 27, 2026 18:47Tîma Netewî ya Guleşta Ferengî ya Îranê di dewama Pêşbirkên Qaremaniya Cîhanê û rojek berî bidawîhatina pêşbirkan, qaremaniya xwe misoger kir ta ku ji bo sala duyemîn a li dû hev pileya qaremaniya cîhanê bi dest xist; Şanaziyek ku ji bo cara yekê di dîroka guleşta ferengî ya Îranê de pêk hatiye.
-
Sendêrz: Trump ji bo xwevedizîna ji bersivdayînê, agirê tirsandina ji Îslamê gurr dike
Çirî 26, 2026 18:16Bêrnî Sendêrz li kampaniyaya hilbijartinê ya Evdirehman Seyîd, berendamê misilman ê Sêna ya Amerîkayê ji eyaleta Mîşîganê, ji ber nihêrînên regezperestî, gendeliya li hikûmetê û bandora mîlyardêran bi tundî Trump da ber rexneyan.
-
Xwenîşandana xelkê Mîsan a Iraqê li hember girêdana derbasgeha sînorî ya bi Îranê re
Çirî 26, 2026 18:15Xelkê parêzgeha Mîsan a Iraqê wek nerizamendiya li hember girêdana derbasgeha sînorî ya bi Îranê re xwenîşandan li dar xistin.