-
Edhem Barzani Bang li gel kir Ku piştgiriya berbijarên YNK`ê bikin
Çirî 28, 2025 10:45Edhem Barzani di mîtîngeke hilbijartinê li bajarê Pêncwênê de bang li gel kir ku dengên xwe bidin berbijarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û tekezî ser pêwîstiya parastina hevsengiya siyasî li Herêma Kurdistana Iraqê kir.
-
Zêdebûna rexneyên ser gotinên Mesrûr Barzanî derbarê Kerkûkê
Çirî 27, 2025 14:20Gotinên Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê derbarê kurdistanîbûna Kerkukê rastî rexneyên tund ên berpirs û partiyên Iraqî ve hat.
-
Hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê ya Irsaqê yê rabe duberanberî
Çirî 25, 2025 13:32Medyayên Iraqê ragihandin ku hinardekirina nifa Herêma Kurdistanê yê di meha bê da rabe nêzî 250 hezar bermîlî di rojê da.
-
Şebekeya Şems`ê: Nêzîkî 100 kesî bi hegera kirîna dengan hatine destserkirin
Çirî 24, 2025 13:54Rêkxerê Şebekeya Şems`ê ku çavdêrîyê ser hilbijartinan dike, radigihîne ku nêzîkî 100 kesî bi hegera kirîn u firotina kartên dengdanê li Iraqê hatine destserkirin.
-
Karesatek li jîngeha nêzîkî gola Dukanê
Çirî 24, 2025 12:18Jîngehparêzên Herêma Kurdistanê vîdyoyek li şebekeyên civakî belav kirine ku nîşan dide tawaneke jîgehî ser rêya gola Dukanê pêk hatîye ku di encamê da bermayîya niftê rijandina rêya avê.
-
Herêmê 120 Mîlyard Dînar radestî Bexdayê kir
Çirî 21, 2025 16:37Wezareta Darayî û Aboriya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: Îro Sêşemiyê 120 Mîlyard Dînarî wekî derhata neniftî ya ji bo meha Tebaxê radestî wezareta darayî ya federal kir.
-
Pêhişyariya li ser berfirehbûna hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Iraqê û kiryarên Tirkiyê ji bo kavilkirina hawîrdora Herêmê
Çirî 20, 2025 12:30Endamê Hevlabendiya Çarçoveya Hevahengiyê ya Iraqê li bara berfirehbûna hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Iraqê pêhişyarî da.
-
Bafil Talebanî: Heta ku em piştrast nebin şaşitî nayên dubarekirin, dê hikûmet pêk neyê
Çirî 19, 2025 12:26Bafil Celal Talebanî Serokê Yekitîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Di destpêka kampanyaya bangeşeyên hilbijartinê yên partiya xwe da li Silêmaniyê got, heta dema ku YNK piştrast nebe ku hikûmeta pêşerojê dê şaşitiyên raborî dubare neke, dê piştevaniyê nede bo pêkhatina tu hikûmetekê.
-
Tirkiyê bi awayekî fermî qada xwe ya hewayî ser balafirgeha Silêmaniyê vekir
Çirî 16, 2025 15:25Piştî ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan re civiya, Enqerê qedexeya li ser geştên asmanî yên bo Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê rakir û qada xwe ya hewayî ji bo balafirgehê vekir.
-
Herêma Kurdistanê di 15 rojan de sê milyon bermîl nift hinartiye Tirkiyê
Çirî 14, 2025 15:30Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistana Iraqê, bal kişand ser vê yekê ku pişka 50 hezar bermîla niftê bo mesrefa navxweyî têra pêdiviyên xelkê herêma kurdistanê nake û ragihand di 15 rojên borî de nêzîkî sê milyon bermîl nift ji herêmê re bo Tirkiyê hatine hinartin.