YNK: Derîyê me ji bo gotûbêja ser pêkanîna hikûmetê vekirî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i357634-ynk_derîyê_me_ji_bo_gotûbêja_ser_pêkanîna_hikûmetê_vekirî_ye
Polîtbîroya YNK pêgirî kir ku pêwîst e hikûmeteke karkir u çalak, xizmetguzar u dilnigeran bo berjewendîyên gelê me were pêkanîn.
(last modified 2025-12-24T12:03:26+00:00 )
Kanûn 24, 2025 14:36 Asia/Tehran
  • YNK: Derîyê me ji bo gotûbêja ser pêkanîna hikûmetê vekirî ye

Polîtbîroya YNK pêgirî kir ku pêwîst e hikûmeteke karkir u çalak, xizmetguzar u dilnigeran bo berjewendîyên gelê me were pêkanîn.

Polîtbîroya YNK bi serokatîya Bafil Talebanî Serokê wê di civînekê da meseleya pêkannîa Hikûmeta Herêma Kurdistanê u Hikûmeta Federal hilkoland. Di mijara pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, Polîtbîroya YNK pêgirî ser pêkanîna hikûmeteke dadperwer u xizmetguzara niştîmanê kir u dîyar kir ku derîyê YNK ji bo gotûbêja avaker amade ye. Di vê civînê da herwiha hat pêgirîkirin ku pêwîst e li Bexdayê jî hikûmeteke xizmetguzar a niştîmanî were pêkanîn ku bi wê maf u kirêdîyên destûrî yên bo gelê me parastî bin û nuneratîya daxwazên hemî pêkhateyên welêt bike. Eva jî di çarçova nêrîna durist a YNK da ye ku Bexda kûratîya sitratejîk a Herêma Kurdistanê ye, ji bo vê yekê jî gotûbêj û civînên YNK digel hemî alîyan dê bên domandin.