Dema hinartina dahata niftê ji Hewlêrê bo Bexdayê hat ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i357588-dema_hinartina_dahata_niftê_ji_hewlêrê_bo_bexdayê_hat_ragihandin
Wezareta Darayî u Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku yê sibê derhata niftê ya Herêma Kurdistanê ya di meha Tişrîna Yekem da bişîne hesabê Wezareta Darayî ya Iraqê.
(last modified 2025-12-21T10:02:23+00:00 )
Kanûn 21, 2025 11:59 Asia/Tehran
  • Dema hinartina dahata niftê ji Hewlêrê bo Bexdayê hat ragihandin

Wezareta Darayî u Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku yê sibê derhata niftê ya Herêma Kurdistanê ya di meha Tişrîna Yekem da bişîne hesabê Wezareta Darayî ya Iraqê.

Bi vî awayî, yê roja duşemê 120 milyard dolarî wek derhata nifta vê herêmê bişîne Bexdayê. Çavkanîyeke aborî li Silêmanîyê jî ragihand ku îro 48 milyard dînar wek pişka vê parêzgehê bo Hewlêrê hat şandin ta ku digel pişka Hewlêr u Duhokê bo Bexdayê bê şandin. 

Hewlêr u Bexdayê di nîveka îsal da lihev kirin ku Herêma Kurdistanê her meh 120 milyard dînarî bo Bexdayê bişîne, Bexda jî di berdêlê da destmiza hemî karmend u miaşwergirên Herêma Kurdistanê bide.