-
Li Herêma Kurdistanê tenê 39 nexweşên Coronavirûsê di nexweşxanê de mane
May 05, 2020 05:15Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand di 24 saetên dawî de hezar û 731 testên koronayê hatine çêkirin, encama hemû testan negatîf derketin. Her wiha hate ragihandin li Herêma Kurdistana Iraqê bi tenê 39 nexweşên virûsê di nexweşxanê de mane.
-
Êrişa balafirên şêr ên Tirkiyê li Biradostê
May 05, 2020 04:48Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê herêma Biradost bombebaran kirin.
-
Muhtemel e li Herêma Kurdistanê zanîngeh 16’ê Gulanê vebin
May 05, 2020 04:25Hat ragihandin ku eger rewşa vîrusa Koronayê bi vî awayî bidome û tiştekî nû rû nede wê li Herêma Kurdistana Iraqê zanîngeh 16’ê Gulanê bên vekirin.
-
Tevgera Nifşê Nû: Eger projeya me neyê pêkanîn em ê dest bi çalakyian bikin
May 04, 2020 04:32Tevgera Nifşê Nû ya Herêma Kurdistanê bi civînek çapemeniyê projeya xwe ya ji bo derbazkirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ragihand. Nifşê Nû destnişan kir ku di zûtirîn dem de giringî bi beşa çandiniyê heye û got: "Eger projeya me neyê bicihanîn em ê dest bi çalakiyan bikin."
-
Li Kerkûkê pêşmergeyek hate kuştin
May 03, 2020 19:54Li Kerkûkê pêşmergeyê ku di rêza benzînê de rawestiya bû hate kuştin.
-
Wê 11 deverên pîşesazî li Herêma Kurdistanê werin avakirin
May 03, 2020 19:28Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê ragihand ew ê li Herêma Kurdistanê 11 deverên pîşesazî avabikin û wê 3 hezar kargehên cûda cûda têde hebin.
-
Li Kerkûkê qedexeya hatûçûyinê ji bo 6 rojan hate dirêjkirin
May 03, 2020 17:37Maseya Krîzê ya Kerkûkê biryar da ku ji bo 6 rojên din qedexeya hatûçûyinê li bajêr bê dirêjkirin.
-
Li Sengawê çeteyekî DAIŞ’ê hate girtin
May 03, 2020 14:40Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê ragihand ku li bajaroka Sengaw çeteyekî DAIŞê girtine.
-
2ê Gulanê; Roja Jidayîkbûna Şêrko Bêkes, helbestvanê kurd
May 02, 2020 17:01Şêrko Bêkes helbetvanê nasyar ê Kurd roja 2ê Gulana 1940'î li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû û 4ê Tebaxa 2013'an li Swêdê koça dawî kir. Şêrko Bêkes sala 1988'an xelata "Kurt Tucholsky" ji aliyê "Civata Qelemê ya Swêdê" va wergirt. Sala 2001ê xelata Pîremêrd, helbestvanê gewre yê Kurd ji wî ra hat xelatkirin. Şêrko Bêkes gişt helbestên xwe bi Kurdiya Navîn – ku roja îro wek Soranî tê naskirin – gotine.
-
Li Herêma Kurdistanê 6 kesên bi Koronayê ketin
May 02, 2020 13:44Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 6 pêketiyên nû bi Vîrûsa Koronayê li Herêmê hatin tomarkirin.