Muhtemel e li Herêma Kurdistanê zanîngeh 16’ê Gulanê vebin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315525-muhtemel_e_li_herêma_kurdistanê_zanîngeh_16’ê_gulanê_vebin
Hat ragihandin ku eger rewşa vîrusa Koronayê bi vî awayî bidome û tiştekî nû rû nede wê li Herêma Kurdistana Iraqê zanîngeh 16’ê Gulanê bên vekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2020 04:25 Asia/Tehran
  • Muhtemel e li Herêma Kurdistanê zanîngeh 16’ê Gulanê vebin

Hat ragihandin ku eger rewşa vîrusa Koronayê bi vî awayî bidome û tiştekî nû rû nede wê li Herêma Kurdistana Iraqê zanîngeh 16’ê Gulanê bên vekirin.

Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Dr. Aram Mihemed bi daxuyaniyekê ragihand ku eger rewşa vîrusa Koronayê bi vî awayî bidome û tiştekî nû rû nede wê li Herêma Kurdistanê zanîngeh 16’ê Gulanê bên vekirin.

 Aram Mihemed di daxuyaniya têkildarî mijarê de got: “Bi destnîşankirina başbûna rewşa tenduristiyê ya li Herêma Kurdistanê û li gor rapora ku Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê raberî wezareta me kiriye, di plana me de ye ku 16’ê Gulana 2020’an li nav beşên zanîngehan de xwendina asayî dest pê bike.”

Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî bal kişand ku heke ti pirsgirêkek tenduristiyê rû nede ewê karibin qonax bi qonax jiyana zanîngehan asayî bikin.

 Aram Mihemed her wiha destnîşan kir ku têkildarî vê mijarê dê di derfeta herî nêzîk de weke wezaret kom bibin û biryara di vê der darê de bidin.