Li Kerkûkê qedexeya hatûçûyinê ji bo 6 rojan hate dirêjkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315482-li_kerkûkê_qedexeya_hatûçûyinê_ji_bo_6_rojan_hate_dirêjkirin
Maseya Krîzê ya Kerkûkê biryar da ku ji bo 6 rojên din qedexeya hatûçûyinê li bajêr bê dirêjkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 03, 2020 17:37 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê qedexeya hatûçûyinê ji bo 6 rojan hate dirêjkirin

Maseya Krîzê ya Kerkûkê biryar da ku ji bo 6 rojên din qedexeya hatûçûyinê li bajêr bê dirêjkirin.

Piştî qedexeya hatûçûyinê ya mehekê ya ji aliyê Maseya Krîza Kerkûkê ve li bajêr hatî bicihkirin, ji bo kêmkirina zextên li ser esnafan û malbatên hejar yên bajêr, Maseya Krîza Kerkûkê biryar da ku di hefteyê de tenê 2 roj qedexeya hatûçûyinê hebe, her wiha di hefteyê de 5 roj jî ji bo 12 saetan welatî bikarin karê xwe jî bikin.

Ji 20’ê Nîsana borî heta 3’ê Gulanê li bajarê Kerkûkê di nava hefteyekê de tenê 2 roj qedexeya hatûçûyinê hebû, lê piştî wê yekê çend rewşên nû yên ketina bi vîrusa koronayê ya li bajêr derketî, hejmara kesên bi vîrusê ketin zêde bûn ku bûn 19 kes ev kesên ku bi vîrusê ketîn jî ji kesên din girtine. Maseya Krîza Kerkûkê neçar ma ku civînekê li dar bixin ji bo biryarekî nû ya ji bo parastina bajêr ji vîrusa koronayê bidin.

Îro 3’ê Gulanê Maseya Krîza Kerkûkê li avahiya bajêr kombûn û biryara dirêjkirina qedexeya hatûçûyinê da, her wiha qedexe sibê roja duşemê ji saet 6’ê sibehê dest pê dike heta roja Şemiya bê wê bidome. Di dema qedexeya hatûçûyinê de heman tedbîrên ewlekariyê yên berê wê bêne pêkanîn.

Kesên li derveyî Kerkûkê jî dikarin heta 48 saetan vegerin bajêr.