Li Herêma Kurdistanê 6 kesên bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315450-li_herêma_kurdistanê_6_kesên_bi_koronayê_ketin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 6 pêketiyên nû bi Vîrûsa Koronayê li Herêmê hatin tomarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 02, 2020 13:44 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 6 kesên bi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 6 pêketiyên nû bi Vîrûsa Koronayê li Herêmê hatin tomarkirin.

Li gorî rapora PUK Media'yê, Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di belavokekê de ragihand ku di çarçoveya pişkinînan de 6 pêketiyên nû li Hewlêrê hatin tomarkirin ku 5 mêr û jinek in.

Her wiha belavokê amaje bi wê yekê jî kir ku bi giştî li Herêmê 387 kes bi Vîrûsa Koronayê ketine, 5 jê mirine û 327 kes jî baş bûne.

55 pêketî jî di bin çavdêriya tenduritiyê de ne.