2ê Gulanê; Roja Jidayîkbûna Şêrko Bêkes, helbestvanê kurd
Şêrko Bêkes helbetvanê nasyar ê Kurd roja 2ê Gulana 1940'î li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû û 4ê Tebaxa 2013'an li Swêdê koça dawî kir. Şêrko Bêkes sala 1988'an xelata "Kurt Tucholsky" ji aliyê "Civata Qelemê ya Swêdê" va wergirt. Sala 2001ê xelata Pîremêrd, helbestvanê gewre yê Kurd ji wî ra hat xelatkirin. Şêrko Bêkes gişt helbestên xwe bi Kurdiya Navîn – ku roja îro wek Soranî tê naskirin – gotine.
Amadekirin û Wergerandin:
Berat Qewî-Endam
Şêrko Bêkes helbetvanê nasyar ê Kurd roja 2ê Gulana 1940'î li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû û 4ê Tebaxa 2013'an li Swêdê koça dawî kir. Şêrko Bêkes sala 1988'an xelata "Kurt Tucholsky" ji aliyê "Civata Qelemê ya Swêdê" va wergirt. Sala 2001ê xelata Pîremêrd, helbestvanê gewre yê Kurd ji wî ra hat xelatkirin. Şêrko Bêkes gişt helbestên xwe bi Kurdiya Navîn – ku roja îro wek Soranî tê naskirin – gotine. Ew ji helbestvanên nifşa duyem ên Herêma Kurdistanê ye û hevnifşê Ebdulla Peşêw, Letîf Helbet û Refîq Sabir e.
Şêrko Bêkes zarê "Fayîq Bêkes", helbestvanê neteweyî yî Kurd e. wî xwendina xwe ya seretayî li bajarê Silêmaniyê û piştra li medreseya teknîkî û pêşeyî li Bexdaya paytexta Iraqê bi dawî anî. Jiyana Şêrko Bêkes tijî hevraz û nişêv e. ew bi caran li gorî rewşa wê çaxê ya Iraq û Kurdistanê tevlî xebatên siyasî dibe. Sala 1975an ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê va bo bajarê Rumadiyê tê sirgûnkirin. Ew di dehsaliya 1980 û 1990'î da bi caran Sefera welatên cûrbicûr dike û beşdarî bi dehan merasim û panelên helbestê dibe û helbestên xwe jibo hogir û hezkiriyên xwe dixwîne. Li vê nivîsarê em bi taybet bala xwe didin aliyê xebatên wêjeyî û kesayetiya wî.
Şêrko Bêkes di hevde saletiyê da yekem helbesta xwe weşand. Wî sala 1968 yekem pirtûka xwe ya helbestan bi navê "Tîrêja Helbestê" (Tirîfey Helbest) li Bexdayê çap kir. Sala 1970'î digel civateke pêkhatî ji nivîskar û helbestvanên binavûdeng ên kurd ên wê serdemê bangewaziyek bi navê "Rewangeh" (Nêrîn) jibo pêkanîna guhertinê li helbesta Kurdî nemaze şopandina helbesta nû ya Kurdî belav kir.
Wî sala 1988'an li Swêdê xelata "Toxolskî" wergirt û helbestên wî bi çend zimanên cîhanê hatin wergerandin. Di heman salê da penabertiya siyasî ji vî welatî werdigire û li wir dimîne.
Sala 1992an wek nûnerê gel li Parlimana nû-damezirandî ya Herêma Kurdistanê hat bijartin û piştî demekê bû yekem Wezîrê Çandê yê Herêmê. Lê wî di Mijdara 1993an da ji ber hin sedeman dev ji cîgeha wezîrtiyê berda.
Şêrko sala 1998 hevrê digel çend wêjevan û rewşenbîrên Kurd, weşana bi navê "Serdem"ê damezirand û heta dawiya emrê xwe sergêriya wê kir. Helbestên Şêrko ji sala 1988an va bi navê "Helbesta Hevçerx a Kurdî" di pirtûkên dersî yên xwendingehên bilind li Amerîka û Kanadayê da hatin bicîkirin. Şêrko endamê "Civata Nivîskarên Kurdistan û Swêdê" bû. Bijardeya helbestên Şêrko Bêkes bi gellek zimanên cîhanê ji wan inglîzî, fransî, îtalyayî, swêdî, danmarkî, hungaryayî, almanî, erebî, tirkî û farisî hatine wergerandin. Wî sala 2001'ê xelata Pîremêrd (helbestvanê gewre yê Kurd) wergirt.
Şêrko Bêkes serê axir di roja 4ê Tebaxa (Agûst) sala 2013an da li bajarê Stokholmê çû ser dilovaniya Xwedê û meytê wî wek yekem Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistanê bi merasimeke fermî vegeriya war û welatê wî û li ser wesiyeta wî li "Parka Azadiyê" ya bajarê Silêmaniyê hat binaxkirin.
Jiyana Şêrko hema bêje hevdem digel destpêka Helbesta Nû di wêjeya Kurdî bûye û wî û hevnifşên wî karîn ku di heyameke kurt da, helbesta Kurdî li sînorên wêjeya Cîhanê nêzik bikin.
"Seyid Elî Salihî" ji helbestvanên binav ên farsîbêj ên Îranê derbarê Şêrko Bêkes dibêje: "Şêrko Bêkes helbetvanê herî binavûdeng û cîhanî yê gelê Kurd e û di rêza helbestvanên wekî Fêrêrîka Garsiya Lorka, Nazim Hikmet, Yanîs Rîtsûs, Pablo Nêrûda, Adûnîs û Mehmûd Derwêş cih digire; Lê jibo min, ew balyozê stêrkên şehîd û keservanê zindiyên ezabdîtî yên Kurdistanê ye."
Ji komhelbestên vî helbestvanî ku bi zimanên Fransî, Îtalyayî, Swêdî û Erebî hatine wergerandin û çapkirin, em dikarin amaje bi "Du sitranên çiyayî", "Baz", "Rûbar", "Se û Gur", "Afet", "Pêt tîbûna min dişkêne", "Geliyê minminîkan", "Xaç, Mar û rojhejmêra helbestvanekî" û "Sî" bikin. Li Îranê jî hin berhemên wî ji wan helbesta bilind a "Geliyê Minminîkê" (Dervendî Pepûle) bo farisî hatine wergerandin û çapkirin.
Ji Wesiyetnameya Şêrko Bêkes
"Ez naxwazim meytê min li tu yek ji gir û goristanên nasyar ên bajêr were binaxkirin. Ya yekem ji ber vê yekê ku cihekî vala di wan da nemaye û ya duyem jî ew e ku ez ji cihên qerebalix hez nakim. Ez hez dikim eger Şaredariya bajarê me destûrê bide, meytê min li kêleka şehîdên sala 1963'an ên Silêmaniyê binax bikin, ji ber ku atmosfera wê derê xweştir e û bêhna min li wir naçike."
Wî her wiha gotiye: "Ez hez dikim piştî mirina xwe jî hevdeng û hevriyê hemwelatiyan û dengê mûzîkê û helperikîn û bedewiyên vê parkê bim. Pirtûkxane û dîwanên helbestan û wêneyên min jî bînin cem merzela min. bila kafetiriya û baxçeyeke biçûk jî li nêzikî merzela min were çêkirin da ku helbestvan, nivîskar û keçik û lawikên evîndar bi wê mehneyê bibin mêvanê min. ez hez dikim ji niha va dîmeneke wiha weke xewn û xeyalekê bibînim." Wî her wiha nivîsiye: "Ez dixwazim hevdem bi dengê dilîn ê awaza mamoste Elî Merdan û sirûda "Xwedêyo welêt avedan bike" û di halekî da ku alaya Kurdistanê li dora meytê min hatiye alandin, bêm binaxkirin. Ez dixwazim di merasima binaxkirina min da sazê were jenandin û tabloyên hunermendên bajarê min li hundira gora min bên daleqandin. Ez dixwazim piştî mirina min xelateke wêjeyî ya salê bi navê "Bêkes" xelatî ciwantirîn dîwana helbestê ya wê salê bên kirin û pereyê wê jî ji tiştê ku wek mîrate dê ji min bimîne, were dayînê."
Seyid Elî Salihî di hevpeyivînekê da ku bi boneya koça dawî ya Şêrko Bêkes pêk aniye û di rojnameya Armanê ya Îranê da hatiye çapkirin, wiha gotiye: "Hebûna Bêkes hebûneke bêdawî bû. Dibê qey hinek hema ji destpêkê va wek 'Oqyanûs' ji dayîk dibin. Şêrko ji van kesên taybet bû. Hezar û yek destên wî jibo nivîsînê hebûn, eynî wekî Nazim Hikmet, wekî Yanîs Rîtsûs. Ev taybetî yanî "Cewhera Karkirinê"! Şêrko digot: "Di rojên sirgûnê li başûrê Iraqê da li pey şimikekê bûm ku li pey karekî herim, min fam nekir kengê min dîwarê malê bi reşikê tijî helbest kir, karê min ji bîra min çû". Pirjîna bê-rawestan a peyvan…! Ev xelateke mezine ku nabe para her kesî. Şêrko Bêkes ji 17 saletiya xwe va (çapa yekem berhemê) heta temenê 72 saletiyê, yanî bi qasî 55 salan berdewam û bê rawestan nivîsiye. …Di hîç rewşekê da hêviya xwe ji dest neda. Wekî ku tu wextî bi dawî neyê, weke kaniya ku hertim diherike û pêşî li ava nayê girtin. Gelo tu zanî çi mîrateyek ji wî bi cih maye?! Heft hezar rûpel helbest, şanoname, werger û …(ji billî hevpeyivînên wî yên giştalî û têr û tijî). Him di çendanî (kuwantîtî) û him di Çawaniyê (Kualîte) da, Şêrko bi rastî diyarde bû, di hin mijaran da me qet nedikarî li kêleka hev rawestin û beranberiyê bikin, lê tevî wê yekê, em bira bûn. Mirovekî mîna Oqyanûsan ku ji dil hezkiriyê rêncberan bû, birayê têkoşeran bû, hevdilekî sozdar û mirovekî ewqas hestnazik ku tu dibê qey heman zarokê heftsalî yê belengaz li Silêmaniyê ye ku jibo dayîk û xwîşkên xwe li dû pariyeke nên digere. Carekê li ofîsa xwe ya li Silêmaniyê çavên wî tijî hêstir bûn, lê bişirîn ji ser lêvên wî nediçû. Bi kulmên xwe bi tundî li maseyê dida û digot: "Diya min heştî salî ye, mîna şêrekê li balefirê siwar bû, li asimên e, diçe Amerîkayê cem xwîşka min. çiqasî renc û zehmetî kişand vê jinê…!" Şêrko digot: "Her dema ku dayîka min xewn didît, min dizanî ku ji ber bêrîkirin û diltengiyê gellek keseran dikişîne!" û hevokek, biwêjeke wî ya pirr balkêş hebû; cara yekem, heman li vê "Derbend"a Têhranê, di siya zinarekî da got: "Em helbestvan…li seranserî vê gerrstêrkê û seranserî dîrokê, em ji malbateke taybet in. em gişt mîna hevdu ne!" Şêrko zarokatî û mesûmiyeteke taybet hebû. Ji her cûre tundiyê bêzar bû, helbestvanê aştiyê bû; helbestvanê Azadiyê, bi rastî ecêb bû…dibê qey li her tiştî ku wî lê dinêrî, helbestek têda didît û hezar nêçîr û hezar keşf û vedîtin. Wekî Nêrûda ku ji kevirên li perrava deryayê jî derbas nedibû. Helbestvanên afirîner ku "Subje" (Kirde) jibo axînkêş û keserkûran vekirî hiştin. Rastî di helbesta vî helbestvanê mezin da "Helbest" bixwe bû,, û helbest; eynî weke "Rastiyê" bû. Tevî ku helbesta Şêrko, di esas da helbesta "Bajarî" û "Tekno" nîne, lê di vê cîhana gundewarî û Şivantî û bêsînor da, "Obje" (Tişte) rola sereke dilîze. Bi gotinekê Şêroko yek ji mezintirîn bêjerên xeyala mirovê serdemê ye.mirovê ku zimanê wî bi bajêr va hatiye girêdanê, lê mejiyê wî hema wisa mijûlî jiyana gundewarî û rewşa Şivantiyê ye.
Wergera helbesteke Şêrko Bêkes bo Kurmancî:
Her hezkirina ku li ber xwe dikim
li bejna min nayê
an hûçika wê dirêj e
an kurt e
an fire;
Lê
Her xema ku li ber xwe dikim
tu dibê qey li bejna min hatiye dirûtin
li her derê ku bim!
Berhemên Şêrko Bêkes
- Tirîfey Helbest 1968 (Tîrêja Helbestê)
- Kejawey Giryan 1969 (Landika Şînê)
- Kawey asinger 1971 (Kaweyê Hesinger)
- Min tînuêtîm bi girr eşkê 1973 (Tîbûna min bi êgir dişkê)
- Ask 1976 (Xezal – Şanonameya helbestî)
- Kazîwe 1978 (Rewşa Se û gur)
- Du sirûdî Kêwî 1980 (Du sitranên çiyayî)
- Pîremêrd û Zerya 1982 (kalik û derya – wergera Romanê)
- Rûbar 1983 (Çem)
- Keşkolî Pêşmerge 1984 (Keşkola Pêşmerge)
- Dastanî Heloy Sûr 1985 (Hemsaeya bazê Sor)
- Awêne Biçkolekan 1988 (Neynikên Biçûk)
- Temrûman 1988 (Mij û dûman)(
- Derbendî Pepûle 1991 (Geliyê Minminîkan)
- Afat 1993 (Afet)
- Mêrgî zam, mêrgî hetaw 1996 (Mêrga birînê, Mêrga tavê)
- Xaç û mar û rojjimêrî Şairêk 1998 (Xaç û mar û rojhejmêra helbestvanekî)
- Bonname 1998 (Bêhn-name)
- Çirakanî ser Helmût 1999 (Çirayên ser lûtkeya Çiya – Pexşan)
- Nisê 1999 (Sî)
- Jinêk û du piyaw 2000 (jinek û du mêr – wergera Romanê)
- Jin û baran 2000 (Jin û Baran)
- Rengdan 2001 (rengdank)
- Ezmûn 2001 (Gotûbêja bi Yasemîn Omer)
- Le Çiley Çilçirayekda 2001 (Di çilema Çilçirayekê da)
- Piyawî li darsêw 2002 (Mêrek ji dara sêvê)
- Xom; ew wextey balendem 2002 (Ez bixwe; Dema ku balende me)
- Payîze mîwan 2002 (Mêvanê Payîzê)
- Kukuxtiye Bizêweke 2003 (Çûkê Şeytan – Çîroka zarokan)
- Goristanî Çirakan 2004 (Goristana Çirayan)
- Êwe be xoşewîstîm espêrin 2004 (Hûn min dispêrin Evînê)
- Sirûde berdînekan 2005 (Sirûdên kevirîn)
- Kursî 2005 (Kursî, Sendelî)
- Le gulewe heta sûtû 2006 (Ji gulê heta xweliyê)
- Heta pencereyî gihrok 2007 (Heftî pencereyên vekirî)
- Kitêbî Milwaneke 2007 (Pirtûka Gerdenbendê)
- To etwanî be qumê maç bimxeytewe helqulên 2007 (Bi çend ramûsanan dîsanê baskên min vedikî)
- Zê û zine 2008 (Çem û Golegenî)
- Tewn 2009 (Tevnepîrik)
- Hest û nest 2010 (Hest û têgihîştin)
- Êsta keçêk Niştîmanime 2011 (Niha keçek welatê min e)
- Espêk le pihrey gulale 2012 (Hespek ji pelgên Gulasor)
- Xêrake mirdin xerîke bigat 2013 (Biliv ku mirin vaye digehêje)
- Nûsîn bi awî xolemêş 2013 (Nivîsîn bi ava xweliyê – Bîrewerî)