Li Kerkûkê pêşmergeyek hate kuştin
May 03, 2020 19:54 Asia/Tehran
Li Kerkûkê pêşmergeyê ku di rêza benzînê de rawestiya bû hate kuştin.
Li taxa Şorce ya Kerkûkê, li Benzînxaneyekê welatiyê bi navê Hewdeng Fazîl ku pêşmerge ye, dema ku li gel hevjîna xwe di rêza girtina benzînê de bû, gulle lê reşandin û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên polîsên Rizgarî hatine wergirtin, gulle ji aliyê kesên nenas ên di nava wesayîtekê de bûn hatine berdane.
Li gorî heman çavkaniyê, ji ber pirsêkên civakî hatiye kuştin û dijminên wî hebû.
Kesê ku hatiye kuştin pêşmerge bû û bavê 4 zarokan bû.