-
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê: 254 kesên din bi koronayê ketine
Tîrmeh 03, 2020 01:55Wezareta Tendirustiyê Herêma Kurdistanê êvara duh roja pêncşemê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û ragihand 254 kesên din bi Koronayê ketine û 10 kes jî bi Koronayê mirine.
-
Şewata li Nalparêz ji duh ve didome
Tîrmeh 03, 2020 03:24Li sînorê bajaroka Nalparêz a ser bi navçeya Pênciwên ji ber şewata ji duh ve dest pê kiriye, heta niha 7 hezar donim pûş û pawan û dar şewitîne.
-
Tirkiyê 36 xalên serbazî li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê danîne
Tîrmeh 02, 2020 10:52Tirkiyê ji destpêka operasyona ku 15ê meha derbasbûyî da destpêkirin, li 12 cihên stratejîk ên li nahiyeya Batîfa di nav axa Herêma Kurdistanê de xalên serbazî danîne. Di 37 salên derbasbûyî de jî Tirkiyê 24 binkeyên serbazî li devera Nêrwe û Kanî Masê danîne.
-
Cotyar Adil: ‘Rê bi hêzên biyanî nayê dayîn xaka Herêmê ji bo çalakiyên leşkerî bikarbînin’
Tîrmeh 02, 2020 04:11Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil piştî civîna îro ya desteya wezîran axivî û têkildarî êrîş û desirêjiyên Tirkiyê û topbarankirina endamên komên dijî Înqilabê ji aliyê Îranê got: “Peyewendiyek me ya dostane li gel Tirkiye û Îranê heye. Li ser êrîşan jî me beyaname daye, em rê nadin xaka Herêmê ji bo çalakiyên leşkerî û li dijî cînarên me were bikar anîn.”
-
21 gundên Dihokê ji aliyê Tirkiyê va hatine dagîrkirin
Tîrmeh 01, 2020 11:03Rayedarekî navçeya zaxoyê li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku çekdaêrn Tirkiyê herîkêm 21 gundên navçeya Zaxoyê li parêzgeha Dihokê dagîr kirine.
-
Parlimana Herêma Kurdistanê dê derbarê êrîşên Tirkiyê ser vê herêmê lêkolîn bike
Tîrmeh 01, 2020 04:19Sê komîsiyonên Parlimana Herêma Kurdistanê jibo lêkolîna li ser êrîş û şandina hêzên Tirkiyê bo nav axa Herêma Kurdistanê bûn memûr û encama van lêkolînan dê radestî dewleta Herêma Kurdistanê û dewleta navendî ya Iraqê were kirin.
-
Hewlêr- 112 berketiyên Koronayê baş bûne
Hezîran 30, 2020 17:37Rêveberuya Tendirustiya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir 112 berketiyên din ê nexweşiya vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê baş bûne.
-
Li Kelarê esnafek hate kuştin
Hezîran 30, 2020 15:47Li navçeya Kelar a Germiyanê esnafek hate kuştin û bikuj revîn.
-
Parlemana Herêma Kurdistanê derbarê êrişên Tirkiyê dicive
Hezîran 30, 2020 04:17Parlemana Herêma Kurdistanê piştî rexneyên parlamenteran, biryar da ku hefteya bê civînek derbarê bombebarana dewleta Tirkiyê ya li ser xaka Herêma Kurdistanê pêkbînin. Seroka parlemanê lijneya navxweyî û ya pêşmergeyan jî ji bo raporek derbarê zerer û ziyana li herêmên bin kontrola dewleta Tirkiyê de çêbûne, amade bike erkdar kir.
-
Wezareta Pêşmerge: Erka me nîne li hember bombebaranên Tirkiyê tiştekê bikin
Hezîran 28, 2020 10:21Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê Cebar Yawer diyar ku ewê ser êrişa balafirên Tirkiyê li Kunemasî lêkolîn nekin û got ku erka saziyên ewlehiyê yên Silêmaniyê ye ku wê bombebaranê lêkolîn bike. Cebar Yawer got;”Erka me nîne li ser van bombebarana tiştekê bikin.”