-
Êriş û bombebaranên Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê berdewam in
Hezîran 28, 2020 05:27Êriş û bombebaranên Tirkiyê li ser axa Herêma Kurdistanê berdewam in û wan êrişan bandor li ser 100 gundên Zaxo, Akrê û Amêdiyê jî kirine.
-
Êrişên Dewleta Tirkiyê ser bakurê Iraqê û kuştina xelkê sivîl li Ranyayê hate şermezarkirin
Hezîran 28, 2020 05:09Welatiyên navçeya Ranyayê li dijî êrîşên dewleta Tirkiyê ser deverên kurdnişîn li Sûriyê û Herêma Kurdistanê û kujitina xelkê sivîl di encama van êrişan de xwepêşandan lidarxistin. Di xwepêşandanê de hate ragihandin ku dewleta Tirkiyê ti ferq naxe navbera zork, jin û kala, Êdî bes e kuştina Kurdan. Beşdarên xwepêşandanê diyar kirin, bila Erdogan baş bizane ku Kurd bi van êrîşan lewaz nabin.
-
Huşyar Zêbarî: Desdirêjiyên dewleta Tirkiyê der bakurê Iraqê bi metirsî ne
Hezîran 28, 2020 04:12Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û wezîrê derve yê berê yê Iraqê Huşyar Zêbarî desdirêjiyên artêşa Tirkiyê ser bakura Iraqê (Herêma Kurdistanê) pir bi taluke û bi metirsî dît.
-
Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê xwenîşandan bi rê xistin
Hezîran 27, 2020 06:07Gelê bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê roja Îniyê derketin nav kolanan û li dijî êrîşên Tirkiyê ser vê herêmê xwenîşandan bi rê xistin.
-
Kurdên Iraqê daxwaza civîna lezgîn a Konseya Ewlehiyê ya NY jibo rawestandina êrîşên Tirkiyê kirin
Hezîran 26, 2020 06:55Franksiyona nûnerên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê li Parlimana Iraqê daxwaza lidarxistina civîna bilez a Konseya Ewlehiyê ya NY jibo rawestandina êrîşên Tirkiyê ser bakurê Iraqê kir.
-
Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê li Hewlêrê çû dîtina Mesûd Barzanî
Hezîran 26, 2020 05:21Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê çû Hewlêrê û tev Mesûd Barzanî, Rêberê Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê ra hevdîtin pêk anî.
-
Medyaya PKK'ê: "Bombebarana Kunemasiyê ji aliyê artêşa Tirkiyê va pêk hatiye û 2 kes jî hatine kuştin"
Hezîran 26, 2020 05:14Medyaya ser bi PKKê ragihand ku "Bombebarana Kunemasiyê ji aliyê artêşa Tirkiyê va pêk hatiye û 2 kes jî hatine kuştin".
-
Mezlûm Kobanî bi 'Lahûr Şêx cengî' ra hevdîtin pêk anî
Hezîran 26, 2020 05:02Mezlûm Kobanî li ser mijara alûgorên Kurdistana Sûriyê û gotûbêjên tevgerên siyasî yên Kurd derbarê yekîtiya Kurdan digel lahûr Şêx cengî, hevserokê YNKê ra hevdîtin û gotûbêj poêk anî.
-
Di êrişeke asmanî de bo ser Kunemasî kesek hat kuştin û 6 kes birîndar bûn
Hezîran 25, 2020 18:25Ji ber êrişeke asmanî bo ser seyrangeha Kunemasî li Herêma Kurdistanê, kuştî û birîndar hene. Qayimqamê Şarbajêr ji Rûdawê re ragihand, lêkolînên wan li ser bûyerê berdewam in.
-
Li Hewlêrê depoyek çekan teqiya
Hezîran 25, 2020 17:57Li Hewlêrê depoyek a cebixaneya hêzên pêşmergeyên Zêrevanî teqiya. sibêjin teqîn çend daetan dom kir.