Huşyar Zêbarî: Desdirêjiyên dewleta Tirkiyê der bakurê Iraqê bi metirsî ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i317214-huşyar_zêbarî_desdirêjiyên_dewleta_tirkiyê_der_bakurê_iraqê_bi_metirsî_ne
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û wezîrê derve yê berê yê Iraqê Huşyar Zêbarî desdirêjiyên artêşa Tirkiyê ser bakura Iraqê (Herêma Kurdistanê) pir bi taluke û bi metirsî dît.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 28, 2020 04:12 Asia/Tehran
  • Huşyar Zêbarî: Desdirêjiyên dewleta Tirkiyê der bakurê Iraqê bi metirsî ne

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û wezîrê derve yê berê yê Iraqê Huşyar Zêbarî desdirêjiyên artêşa Tirkiyê ser bakura Iraqê (Herêma Kurdistanê) pir bi taluke û bi metirsî dît.

Endamê Polîtburoya PDK’ê Huşyar Zêbarî têkildarî êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser herêma Heftanînê li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek weşand.

Dewleta Tirkiyê  eva çendîn sale êriî ser bakura Iraqê bi taybet Herêma Kurdistanê dike û  artêşa xwe li gelek deverên vê herêmê bi cih kiriye  û vê dawiyê ji erd û esmîn êrişên xwe ser herêma Kurdistanê zêde kirine û heta di vê navberê de gelek kesên sivîl bûne gorî û ziyan dîtine, her ev mesela bûye sedem ku Endamê Polîtburoya PDK’ê Huşyar Zêbarî niyeta Tirkiyê ya desdirêjiya ser Herêma Kurdistanê bi taluke û metirsîdar bibîne.

Endamê Polîtburoya PDK’ê di peyama xwe de destnîşan kir ku leşkerkêş û êrişên vê dawiyê yên Tirkiyê yên li herêma Zaxo, pêşhatek jeopolîtîk ya gelekî ciddî ye.

Zêbarî diyar kir ku êriş û operasyonên dawiyê yên Tirkiyê zengilek metirsîdar e û gotin û daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê yên li ser zindîkirina dosyeya dîrokî ya wîlayeta Mûsilê, mirov têxe nav fukaran.