Êriş û bombebaranên Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê berdewam in
Êriş û bombebaranên Tirkiyê li ser axa Herêma Kurdistanê berdewam in û wan êrişan bandor li ser 100 gundên Zaxo, Akrê û Amêdiyê jî kirine.
Li nahiya Dêrelûk û Şêladizê, dengê balafiran hat bihîstin û heta saet 05.00ê sibehê çend dever li navçeya Nihêlê weke gundên Zêwe, Sêriye, Dêr-genî, hatin bombebarankirin.
Li ser erdê li navçeya Derkarê û Batîfa artêşa Tirkiyê operasyona bejahî heye.
Li navçeya Derkarê, leşker nêzikî gundên avedankirî bûne û tenê 5 kîlometre di navbera wan û xala pasewanên sinor li Şeranişê heye û ji dema operasyonê de 3 gund hatine valakirin û bandor li ser 12 gundan heye û xelk nikare hatûçûnê bike.
Li nahiya Derkarê jî bombebaranê bandor li ser 40 hezar kesan kiriye ku li 30 gund û 3 kamp û 3 komelgehan dijîn.
Li Nahiya Kanîmasê jî êrişan bandor li ser 15 gundan kiriye û Dêrelûkê jî piştî bombebaranê xelk nikare weke berê serdana gundên xwe bikin.
Herwiha ji ber êrişên Tirkiyê li Şêladizê jî tirseke mezin di nav welatiyan de çê bûye.
Herwiha êrişên Tirkiyê bandor li ser karê mêşvan û cotkaran û kesên bi giyahê çiyayî debara jiyana xwe dikin, kiriye û li parêzgeha Duhokê ji ber operasyonan bi giştî bandor li ser 300 hezar kesan kiriye .
Artêşa Tirkiyê di 15ê vê mehê de êrişa bi navê 'Pençe Baz û di 17ê vê mehê de jî êrişa bi navê 'Pençe Piling' li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin.
Piştre hêzên bejayî yên Tirkiyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batûfa û Derkarê yên qezaya Zaxoyê li dijî PKKê dest bi êrişê kiribûn ku heta niha jî berdewam e.
Tevî berdewamiya êriş û operasyonên bejayî, topxaneya artêşa Tirkiyê jî car caran navçeyên sînorî topbaran dike û balafirên cengî yên wî welatî jî hin deverên li nav axa Herêma Kurdistanê bombebaran dikin.
Di encama operasyon û êrîşên esmanî yên wê dawiyê yên Tirkiyê de, heta niha hejmarek welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
Roja 19ê mehê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de êriş şermezar kiribûn ku her ji aliyê kê ve bên encamdan û daxwaz ji Tirkiyê kiribû, rêz li serwerî û axa Herêma Kurdistanê bigire.
Serokatiya Parlemana Kurdistanê jî derbarê bombebaranên Tirkiyê de daxuyanek belav kiribû û êrişên Tirkiyê şermezar kiribûn.
Her du alî derbarê kuştî û birîndarên van şerana amrên newek hev didin PKKê herî dawiyê diyar kir ku heya niha 100 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin ku Tirkiyê hîn derbarê vê amarê tişt negotiye.