Parlemana Herêma Kurdistanê derbarê êrişên Tirkiyê dicive
Parlemana Herêma Kurdistanê piştî rexneyên parlamenteran, biryar da ku hefteya bê civînek derbarê bombebarana dewleta Tirkiyê ya li ser xaka Herêma Kurdistanê pêkbînin. Seroka parlemanê lijneya navxweyî û ya pêşmergeyan jî ji bo raporek derbarê zerer û ziyana li herêmên bin kontrola dewleta Tirkiyê de çêbûne, amade bike erkdar kir.
Parlemana Herêma Kurdistanê di saet 14:00’an de civiya. Beriya ku civîna asayî destpê bike, 12 parlamenteran bi daxwaznameyek ji serokatiya parlemanê xwestin ku mijara bombebaran û êrişên li ser xaka Herêma Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, bixin bernama karê xwe. Lê bersiva parlamenteran nehatibû dayîn.
Piştî rexneya parlamenteran, seroka parlamenta Herêma Kurdistanê biryar da ku hefteya bê civînek derbarê bombebarana dewleta Tirkiyê ya li ser xaka Herêma Kurdistanê pêkbîne.
Seroka parlamena Herêma Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq, lijneya navxweyî û peşmergeyan ya parlamenê, ji bo amadekirina raporek derbarê zerer û ziyana bombebarana dewleta Tirkiyê ya li ser xaka Herêma Kurdistanê, amade bikin erkdar kir.
Seroka parlamenê got; “Wê di nava hefteyek de her dû lijne serdana herêmên sînor yên ku ketine bin desdirêjiya dewleta Tirkiyê de bikin. Wê derbarê zerer û ziyanan raporek were amadekirin. Ger rapor hat amadekirin, wê di civîna hefteya bê de, bikeve bernama karê parlamenê.”