-
Behreynê êrişên dewleta Tirkiyê li ser deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê şermezar kir
Tebax 18, 2020 01:45Behreynê bombebaranên dewleta Tirkiyê ên li ser deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê şermezar kir û ev êriş wek binpêkirina serweriya Iraqê û gefa li ser ewlehiya herêmê bi nav kir.
-
Xwepêşandanên li Ranyayê di roja pêncem de berdewam dike
Tebax 17, 2020 18:52Xwepêşandanên li navçeya Ranyayê ya Herêma Kurdistanê di roja pêncem de berdewam dike. Xwepêşanderan dema xwestin ber bi baregehên hizban ve herin hêzên ewlehiyê astengî derxistin û alozî di navbera her du aliyan de derketin.
-
Geştên esmanî yên Hewlêr û Ewropayê dest pê dikin
Tebax 15, 2020 18:49Geştên esmanî yên Hewlêr û Ewropayê dest pê dikin, yekem geşt jî dê roja 20ê Tebaxê bo Awusturyayê (Otrîşê) were encamdan.
-
Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 20 kes bi Koronayê mirin
Tebax 15, 2020 18:13Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 658 kes bi Koronayê ketin û 20 kesan jî canê xwe ji dest dan.
-
Leşkerên Tirkiyê 2 wesayîtên pêşmergeyan gullebaran kirin
Tebax 15, 2020 04:32Li ser riya Gerwî Baran li nêzî gundê Şêx Zadan di dema derbasbûna 2 wesayîtên hêzên pêşmergeyan de, artêşa Tirkiyê herdu wesayît gullebaran kirin. Gulle li ber wesayîta fermandarekî pêşmergeyan ket.
-
Balafirên şer ên Tirkiyê li bakurê Iraqê otomobêlek din jî bombebaran kir
Tebax 15, 2020 03:46Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê li devera Behdînanê ya Herêma Kurdistanê otomobêlek din bombebaran kir.
-
Li Silêmanî û Ranya xwepêşandan, li Hewlêr û Dihokê jî astengî/nûçegihaneke can da
Tebax 13, 2020 04:10Li Silêmanî û Ranyayê ji bo hilweşandina hikûmetê û avakirina hikûmetek demkî welatiyan xwepêşandanên girseyî lidarxistin. Li Hewlêr û Dihokê jî çalakî hatin astengkirin û bi dehan kes hatin binçavkirin.
-
Cotyarên Biradostê: Ji ber êrişên dewleta Tirkiyê ziyanek mezin li cotyaran ketiye.
Tebax 12, 2020 08:40Cotyarên herêma Biradostê nerazîbûn nîşanî Hikûmeta Herêmê dan û diyar kirin hikûmet ti alîkariyek bi wan re nake. Cotyaran dan zanîn ji ber anîna berhemên derekî berhemên navxweyî bênirx bûne. Her wiha cotyaran gotin ji bilî van pirsgirêkan bombebaranên dewleta Tirkiyê jî gelek zehmetî ji bo wan derxistine.
-
Balafirên şer ên Tirkiyê gundê Biradostê bombebaran kirin
Tebax 12, 2020 08:40Balafirên şer ên Tirkiyê gundek yê Herêma Biradostê topbaran kirin. Agir bi baxçeyê welatiyan ket.
-
Korona bi serkirdeyê YNK'ê, Lahûr Şêx Talebanî ket
Tebax 12, 2020 06:02Hevserokê YNK'ê Lahûr Şêx Talebanî bi vîrûsa Koronayê ket.