Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 20 kes bi Koronayê mirin 
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i318666-li_herêma_kurdistanê_di_rojekê_de_20_kes_bi_koronayê_mirin
Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 658 kes bi Koronayê ketin û 20 kesan jî canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 15, 2020 18:13 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 20 kes bi Koronayê mirin 

Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 658 kes bi Koronayê ketin û 20 kesan jî canê xwe ji dest dan.

   Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa Koronayê belav kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê di dawîn 24 demjimêran de 3 hezar û 524 pişkinînên Koronayê hatine encamdan.

Wezareta Tendirustiyê aşkere kir ku di encama wan pişkinînan de 658 tûşbûyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin.

Her li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê di rojekê de 20 nexweşên din ên Koronayê canê xwe ji dest dane û 179 kes jî baş bûne.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 20 hezar û 660 kes tûşî Koronayê bûne ku ji wê hejmarê jî 11 hezar û 207 kes baş bûne û 732 kesan jî canê xwe ji dest dane.