-
Li Herêma Kurdistanê 653 kesên din bi Koronayê ketin
Tebax 11, 2020 11:26Li Herêma Kurdistana Iraqê 13 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 650 kes jî pê ketin.
-
Civîna PDK û YNK li Dukanê despê kir
Tebax 11, 2020 11:42Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li ser asayîkirina peywendiyên di navbera xwe de û hilbijartinên pêşwext yên Iraqê civinek li Dukanê pêk anîn.
-
Pizişkên Germiyanê dest bi grevê kirin
Tebax 11, 2020 04:41Ji ber direngxistina muçe û nedana wê ya ji aliyê hikûmetê ve, dixtor û pizişkên Nexweşxana Hejar a navçeya Kelarê dest bi grevê kirin û neçûn ser karê xwe.
-
Balafirên şêrr ên Tirkiyê êrîşî ser gundên Zaxoyê kirin
Tebax 10, 2020 13:51Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê şeva Yekşemê bombe li herêma Batûfa ya Başûrê Kurdistanê barandin.
-
Li Kerkûkê 4 pêketiyên din ên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
Tebax 09, 2020 06:38Berdevkê fermangeha tenduristiya Kerkûkê ragehand, 4 pêketiyên din ên vîrusa korona li Kerkûkê jiyana xwe ji dest dane.
-
Zaxo- Firokeyeke şer a Tirkiyê otombîlek bordûman kir
Tebax 09, 2020 05:56Firokeyeke şer a Tirkiyê otombîlek li qezaya Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê li ser riya Derkar û Batîfa bordûman kir.
-
Li Herêma Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê can dan
Tebax 07, 2020 08:36Li Herêma Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 500 kesên din jî pê ketin.
-
Balefira bêmirov a Tirkiyê navçeya Şarbajêr bombebaran kir
Tebax 05, 2020 11:35Duh 04.08.2020ê balefira bêmirov a artêşa Tirkiyê piştî nîvro gundê Gelale ya ser bi qeza Mawet a navçeya Şarbajêr li Herêma Kurdistanê bombebaran kir.
-
Herêma Şarbajêr a Silêmaniyê hate bombebarankirin
Tebax 04, 2020 11:02Balafirên keşfê ku tê îdiakirin yên artêşa dewleta Tirkiyê ne, herêma Şarbajêr ya Silêmaniyê bombebaran kirin.
-
Nêçîrvan Barzanî: Şingal kirine warê çekdarên neyasayî
Tebax 03, 2020 18:31Serokê Herêma Kurdistanê got: “Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bi bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzidiyan mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasî ne.”