-
Zêde ji hezar û 500 jinên DAIŞî di zindanên Iraqê da ne
Adar 04, 2019 04:24Endamê Komîsiyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku niha zêde ji 1500 kes ji jinên DAIŞ'î bi sûcê endamtiya li nav DAIŞê û hevkariya digel vê komê li nav zindanên Iraqê ne.
-
Pêgiriya Iraqê li ser berevaniya ji mafên gelê Filistînê li hemberî Rêjîma Dagirker a Siyonîst
Adar 04, 2019 04:31Serokwezîrê Iraqê li hevdîtina bi Mehmûd Ebas, Serokê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê li Bexdayê destnîşan kir: Iraq dê berevanê mafên gelê Filistînê bimîne.
-
Lêkolêna Iraqê li ser firotina jinên Êzidî li Erebistanê
Adar 03, 2019 14:10Nûnerê berê yê Êzîdiyên Iraqê li Parlimana vî welatî, ji bernameya lêkolîna li ser veguhestin û firotina jinên Êzîdî yên dîl di destê DAIŞ`ê de li Erebistanê û hin welatên Ereb ên dorhêla Kendava Farsê agahî da.
-
Xwenîşandana gelê Şingalê bona protestokirina jêkirina serê 50 keçên êzdî ji alyê DAIŞ`ê
Adar 03, 2019 13:50Gelê mezlûm ê Şingalê, bona protestokirina nûça jêkirina serê 50 keçên êzdî li Baxoza Sûriyê ji alyê endamên DAIŞ`ê, xwenîşandan lidarxistin û daxwaza hilkolandina vê karesatê ji aliyê dewleta Iraqê û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan kirin.
-
Bexda: Erdên Iraqê dê nebin meqerek bo derbelêxistina li tu welatekî
Adar 03, 2019 13:22Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê teqez kir: Li mesela boykotên Emerîkayê li dijî Îranê, Bexda naxwaze bibe beşek ji zext û zora li dijî mêhwerekê.
-
Iraqê li nav axa Sûriyê li dijî DAIŞê 1200 êriş pêk anîne
Adar 03, 2019 09:53Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand ku Iraqê li nav axa Sûriyê zêdetirî hezar û 200 car êriş kiriye ser pêgehên leşkerî yên terorîstên DAIŞê.
-
Şanda dewleta Iraqê bo Şingalê
Adar 03, 2019 08:47Şandek ji Hêzên Ewleyiya Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Neteweyî ya Iraqê ji bo hevdîtinan li ser “pêkanîna Hêza Hevbeş a Êzdiyan ji bo parastina herêmê” û gengeşekirina babetê ligel aliyên siyasî yên herêmê û çareserkirina pirsgirêkên Şingalê û serastkirina riya vegerîna awareyan ser mal û avahiyên xwe, çû Şingalê.
-
Şêwirmendê asayişa niştimaniya Iraqê: "Ewrûpa naxwaze 2500 endamên ewrûpî yên DAIŞ`ê werbigire"
Adar 02, 2019 15:18Şêwirmendê asayişa niştimaniya Iraqê bal kişand ser vê yekê ku welatên ewrûpî naxwazin ku 2500 endamên DAIŞ`ê ku welatiyên van welatan bûne werbigirin û got ku divê welatên cîhanê ji bo jinûve avakirina kawiliyên şerrê bi DAIŞ`ê re alîkariya Iraqê bikin.
-
Amerîkayê du baregehên nû yên leşkerî li rojavaya Iraqê ava kirin
Adar 02, 2019 13:02Hevdem digel hewildana fraksiyonên syasî yên Irqê ji bo qewirandina hêzên amerîkî ji vî welatî, aliyên agah dibêjin ku amerîkiyan li parêzgeha Enbarê du baregehên leşkerî yên nû ava kirine.
-
Hevahengiya navbera Bexda û Şamê jibo vegerandina awareyên du welatan
Adar 02, 2019 12:45Wezîrê Koçberî û Karên Koçberên Iraqî li hevdîtina bi Setam Ced'an El Dendeh balyozê Sûriyê li Bexdayê derbarê rewşa Koçberên du welatan û riyn dabînkirina ewlehiyê jibo vegerandina wan bo mal û warê xwe gotûbêj kirin.