Amerîkayê du baregehên nû yên leşkerî li rojavaya Iraqê ava kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301917-amerîkayê_du_baregehên_nû_yên_leşkerî_li_rojavaya_iraqê_ava_kirin
Hevdem digel hewildana fraksiyonên syasî yên Irqê ji bo qewirandina hêzên amerîkî ji vî welatî, aliyên agah dibêjin ku amerîkiyan li parêzgeha Enbarê du baregehên leşkerî yên nû ava kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2019 13:02 Asia/Tehran
  • Amerîkayê du baregehên nû yên leşkerî li rojavaya Iraqê ava kirin

Hevdem digel hewildana fraksiyonên syasî yên Irqê ji bo qewirandina hêzên amerîkî ji vî welatî, aliyên agah dibêjin ku amerîkiyan li parêzgeha Enbarê du baregehên leşkerî yên nû ava kirine.

Li gorî rapora Fars Newsê, Kiryarên Amerîkayê jibo xurtkirina hebûna xwe li Iraqê hema wisa didome; Her çend ku gellek aliyên siyasî daxwaza derxistina hêzên vî welatî ji Iraqê kirine.

Rojnameya El Exbara Libnanê tevî amajeya bi vêya ku "Hejmara berevajî jibo bereyên siyasî yên dijî Waşîngtonê destpê bûye da ku ciddîbûna xwe jibo pesendkirina qanûna derxistina hêzên leşkerî yên biyanî bi taybet hêzên amerîkî ji welatê Rafidîn (Iraq) nîşan bidin", ragihand ku pesnedkirina qanûneke wisa û cihanîna wê, girêdayî bi şiyana van bere û aliyan di warê sepandina şert û mercên xwe li ser Waşîngtonê  ûhevpeymanên wê yên herêmî ye.

Li gorî rapora vê rojnameyê, tevî vê meseleyê, amerîkî hema wisa hebûna xwe ya leşkrî li parêzgehên rojavayî yên Iraqê didomînni; Her çend ku dewleta federal a Iraqê bi caran ragihandiye ku baregehên taybetî hêzên amerîkî tunene; Belkî hebûna wan misteşarî ye û hejmara hêzên vî welatî nagihêje zêde ji 10 hezar kesî.