Şanda dewleta Iraqê bo Şingalê
Şandek ji Hêzên Ewleyiya Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Neteweyî ya Iraqê ji bo hevdîtinan li ser “pêkanîna Hêza Hevbeş a Êzdiyan ji bo parastina herêmê” û gengeşekirina babetê ligel aliyên siyasî yên herêmê û çareserkirina pirsgirêkên Şingalê û serastkirina riya vegerîna awareyan ser mal û avahiyên xwe, çû Şingalê.
Şêwirmendê Asayişa Neteweyî ya Iraqê Falih Feyyaz ligel rêberên Kurdên Êzdî û fermanberan re civiya.
Jêderek di kombûnê de beşdarî kirî, ji K24 re eşkere kir, ku “Armanca seredana şanda Hêzên Ewleyî ya Iraqê, komkirina hêzên herêmê û şervanan di bin sîwanek a Hêzên Hevbeş de ye”.
Herwiha şanda hanê ragihandiye ku ji bo çareseriya pirsgirêkan ji riyên qanûnî û diyarkirina qaymeqamekî nû ji bo Şingalê çûye vî bajarê kurdên êzidî da ku rê ji bo vegerîna awareyên êzidî ku ji ber êrişa dirindane a DAIŞê terka mal û avahiyên xwe dane serast bibe.
Divê çarçovê de serokê Giştî yê Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzdî Heyder Şeşo got ku baştirîn rê ya parastina sivîlan, pêkanîna hêza hevbeş a ewlehî ye.
Piştî êrîşa rêxistina terorî ya DAIŞê, bi sedhezaran Kurdên Êzdî ji cîh û warên xwe dûr bûn. Gelek reviyan û li welatên dewrûber û welatên Rojava bûn penaber.
Berî êrîşa DAIŞê li Herêma Kurdistanê û deverên din ên Iraqê 550 000 Kurdên Êzdî dijiyan. Lê, ligor Nivîsîngeha Rizgarkirina Êzdiyan, derdora 360 hezar Kurdên Êzdî cîh û warên xwe bicîh hêştin û penaberî derve bûn.
Piştî rizgarkirina deverê ji destê DAIŞ û heta niha 69 gorên bi kom hatine eşkere kirin.