Şêwirmendê asayişa niştimaniya Iraqê: "Ewrûpa naxwaze 2500 endamên ewrûpî yên DAIŞ`ê werbigire"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301923-Şêwirmendê_asayişa_niştimaniya_iraqê_ewrûpa_naxwaze_2500_endamên_ewrûpî_yên_daiŞ_ê_werbigire
Şêwirmendê asayişa niştimaniya Iraqê bal kişand ser vê yekê ku welatên ewrûpî naxwazin ku 2500 endamên DAIŞ`ê ku welatiyên van welatan bûne werbigirin û got ku divê welatên cîhanê ji bo jinûve avakirina kawiliyên şerrê bi DAIŞ`ê re alîkariya Iraqê bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2019 15:18 Asia/Tehran
  • Şêwirmendê asayişa niştimaniya Iraqê:

Şêwirmendê asayişa niştimaniya Iraqê bal kişand ser vê yekê ku welatên ewrûpî naxwazin ku 2500 endamên DAIŞ`ê ku welatiyên van welatan bûne werbigirin û got ku divê welatên cîhanê ji bo jinûve avakirina kawiliyên şerrê bi DAIŞ`ê re alîkariya Iraqê bikin.

Li gorî rapora Rudawê, şêwirmendê asayişa niştimaniya Iraqê dibêje, Iraq niha pêdeçûnê di xwe de dike û pêwendiyên navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê jî ber bi başbûnê ve diçin.

Falih Feyaz di Civîna Salê ya Hewlêrê de beşdarî panela bi sernavê ‘Asoya siyaseta navxwe ya Iraqê; zêdetir veqetîn an rêkeftin? bû. Falih Feyaz di axavtinekê de ragihand, welat li ser hevkêşeyekê tê avakirin ku hevkêşeya hevwelatîbûn, rêzgirtina ji nasname û tometbarnekirina hevdu ye û ez di vê baweriyê de me, ku guhertinên civakî erênî ne û kêşeya tayifegeriyê ber bi kêmbûnê ve çûye.

Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê behsa DAIŞê jî kir û ragihand: “Li gor nirxandinên min ku di saziya ewlehiyê de kar dikim, ew DAIŞa ku em nas dikin, dawî pê hat, ji niha pê ve çend şaneyên wê hene û sûdê ji hin valahî û qelîştekan werdigre, herwiha sûdê ji cîbicînekirina bernameyan li navçeyên kontrolkirî û çaresernekirina kêşeya awareyan werdigre. Herwiha şahdemara bingehîn a mana DAIŞê rewşa Sûriyê ye, divê em danûstandinê bi vê rastiyê bikin, ku  DAIŞ dawî pê hatiye, lê belê rûbirûbûna hizra tundrewiyê, bi tenê berpirsyariya Iraqê û hikûmeta Iraqê nîne. Ew yek berpiryariyeke navdewletî ye û lewma jî em di piraniya kongreyên mezin de amade dibin. Herwiha du hefte berî niha di Encûmena Asayişa Niştimanî de, me bernameya stratejîk a Iraqê pesend kir, ji bo rûbirûbûna tundrewiyê.”

Cîhana Rojava ya pêşketî ku xwedî karîn û şiyanên herî xurt e, qebûl nake wan welatiyên xwe vegerîne, ku niha li cem Hêzên Sûriya Demokratîk girtî ne, 800 girtî di destê HSD`ê de hene  û 2500 welatiyên ewrûpî yên DAIŞ`ê jî li Iraqê girtî ne ku niha kirîzeke navdewletî ji bo wan welatan çê bûye.

Ne Brîtanya, ne Fransa û ne tu welatekî din ê Ewropayê, ji 52 welatan çekdar hene, di nav wan lîstên ku me dîtine, 800 kes hene, ku welatên wan qebûl nakin pêşwaziyê li wan bikin.

DAIŞ li Sûriye û Iraqê bo dema 3-4 salan xwendingeh birêve dibirin ku nêzîkî 600 hezar xwendevan têde hebûn, 10 hezar mamosteyên wan jî hebûn ew jî li gor pirtûk û rêbazên xwendinê yên taybet bi DAIŞê, ku di encamê de mirovekî radîkal û terorîst perwerde dikirin û dibûn metirsî li ser civaka mirovatiyê.”