Hevahengiya navbera Bexda û Şamê jibo vegerandina awareyên du welatan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301915-hevahengiya_navbera_bexda_û_Şamê_jibo_vegerandina_awareyên_du_welatan
Wezîrê Koçberî û Karên Koçberên Iraqî li hevdîtina bi Setam Ced'an El Dendeh balyozê Sûriyê li Bexdayê derbarê rewşa Koçberên du welatan û riyn dabînkirina ewlehiyê jibo vegerandina wan bo mal û warê xwe gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2019 12:45 Asia/Tehran
  • Hevahengiya navbera Bexda û Şamê jibo vegerandina awareyên du welatan

Wezîrê Koçberî û Karên Koçberên Iraqî li hevdîtina bi Setam Ced'an El Dendeh balyozê Sûriyê li Bexdayê derbarê rewşa Koçberên du welatan û riyn dabînkirina ewlehiyê jibo vegerandina wan bo mal û warê xwe gotûbêj kirin.

Li gorî rapora SANA Newsê, Wezîrê Koçberî û Karên Koçberên Iraqî, Nofel Beha Mûsa li vê hevdîtinê her wiha derbarê alîkarîgihandina pêwîst bo awareyên sûrî li Iraqê, her wiha vegeriyana bo navçeyên azadkirî yên Sûriyê gotûbêj kirin.

Balyozê Sûriyê li Iraqê jî li ser girîngiya hevahengiya navbera Şam û Bexdayê jibo dabînkirina rewşa guncan jibo vegeriyana xwebexş a awareyên du welatan pêgirî kir.

Pêştir Wezareta Koçberî û karên Koçberên Iraqê raghandibû ku ku bi sedan kes ji penaxwazên iraqî ji kampên Sûriyê vegeriyane welatê xwe ku ev yek bi hevahengiya aliyê sûrî pêk hat.