Zêde ji hezar û 500 jinên DAIŞî di zindanên Iraqê da ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301977-zêde_ji_hezar_û_500_jinên_daiŞî_di_zindanên_iraqê_da_ne
Endamê Komîsiyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku niha zêde ji 1500 kes ji jinên DAIŞ'î bi sûcê endamtiya li nav DAIŞê û hevkariya digel vê komê li nav zindanên Iraqê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2019 07:54 Asia/Tehran
  • Zêde ji hezar û 500 jinên DAIŞî di zindanên Iraqê da ne

Endamê Komîsiyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku niha zêde ji 1500 kes ji jinên DAIŞ'î bi sûcê endamtiya li nav DAIŞê û hevkariya digel vê komê li nav zindanên Iraqê ne.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Elî Beyatî, Endamê Komîsiyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku pirraniya van jinan biyanî ne û welatiyên welatên cûrbicûr ji wan Frasa, Almanya, Amerîkaya Başûr û hwd in.

Endamê Komîsiyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê her wiha got ku pirraniya van jinan hevrê digel zarokên xwe li nav zindanan da ne.

Li gorî gotina Elî Beyatî, 70 jinên ûris hevrê digel 124 zarokên rûsî li nav zindanên Iraqê ne û beşeka wan jî bo Rûsiyê hatine veguhestin.