Cotmeh 20, 2020 10:31 Asia/Tehran
  • Deriyê mezin ê Qesra Herranê ku 9 sedsal berê hatiye çêkirin, ji binê axê hat derxistin

Herrana navçeya Rihayê ji niştewarên herî kevin ên dinyayê yek û di nav Lîsteya Berwext a Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cih digre. Deriyê mezin ê Qesra Herranê ku 9 sedsal berê hatiye çêkirin, ji binê axê hat derxistin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Serokê Vedanê yê Xirabeyên Herranê û Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Herranê Prof. Dr. Mehmet Onal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, bi fînansmaniya Wezareta Çand û Turîzmê û bi kordînasyona Midûriya Muzeyê ya Rihayê û piştgiriya Saziya Dîroka Tirk, Walîtiya Rihayê û Şaredariya Bajarê Mezin 6 sal e di qesra dîrokî da xebatên vedanê dihatin kirin.

Onal daxuyand ku herêm ji beriya mîladê ji salên 6 hezarî heta niha bê navber bûye wargeh û demekê paytextiya Asûr, û Emewiyan kiriye.

Onal bibîr xist ku di kolanên berî niha da hemamên sêqube hatin dîtin, hemam di dewra Atabegtiya Zengî û Eyyubiyan da di sedsala 12-13em da hatiye çêkirin, odeyên serma, hênik û germê û çaviyên kulxan jî bi temamî hatin derxistin.

Prof. Dr. Mehmet Onal ragihand ku Qesra Herranê li welatên Rojhilatê Navîn ji Dewra Navîn vir va di nav mînakên nadir da ne ku heya roja me maye, 9 sedsal berê hatiye çêkirin û bi sedan odeyên wê hene.

Onal destnîşan kir, ji bo ku deriyê mezin ê qesra dîrokî were derxistin, du sal in ew ked û emeg didin û wiha dewam kir:

"2 sal e em ji bo ku deriyê mezin derxin holê, dixebitin. Weke ku tê zanîn du deriyên Qesra Herranê hene, me deriyek bi temamî derxist holê. Bilindahiya derî nêzî 7 mêtreyan e û derî bi kevirên bazalt hatiye çêkirin. Di kolanan da nêzî erdê motîfên stêrk jî derketin. Li ser kevirê bazalt hin nivîstekên din ên ku li ser nivîsa Erebî hene jî, me dîtin. Ev nivîstek ji bo dîroka çêkirina wê girîng e."

 

Serepeyv