Nîsan 25, 2024 07:43 Asia/Tehran
  • Îdiaya Erdogan: Têkiliyên bazirganî yên Tirkiyê bi Îsraîlê re hatin rawestandin

Serokomarê Tirkiyê bal kişande ser vê yekê ku şerê Xezeyê gefek li dijî hemû navçê ye û got: Têkiliyên bazirganî yên welatê wî bi Rêjîma Siyonîst re hatine rawestandin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di civîna çapemeniyê ya li gel Serokomarê Almanyayê Frank-Walter   Ştayn Mayêr ku serdana Enqereyê kiribû  got: Tişta ku li Xezeyê diqewime zulmeke bêhempa ye û Netanyahu ewlehiya tevahiya herêmê  bi tayabet xelkê xwe  xistiye ber metirsiyan û bi vî awayî jî dixwaze jiyana xwe ya siyasî dirêj bike.

nakokiyên di navbera Îran û Îsraîlê de mînakek  ji metirsiyên şerê Xezeyê ser aramiya herêmê bû.  Nabe cinayteên kuÎsraîl li zîvala Xezeyê kiriye bên paşguhkirin.

Çavkaniyên nûçeyan li Tirkiyê radigihînin ku zêdetir ji 700 kompaniyên Israîlî li Tirkiyê çalak in û Tirkiyê di heft mehên derbasbûyî de hevdem ligel jînosayda siyonîstan li Xezayê, dabînkerê sereke yê sotemenî û xwarinê bo REjîam Siyonîst bûye û raya giştî ya Tirkiye û herêmê dixwaze ku têkiliyên baziranî yên Tirkiyê bi siyonîstan re bên qutkirin. Erdogan îdia kir ku ew hewl nade têkiliyên bazirganiyê bi Îsraîlê re bidomîne

Serepeyv