Sibat 26, 2020 16:31 Asia/Tehran
  •  Lêkolînên dadweriyê li dijî beşdarên çaremîn kongira HDP

Hêzên polîsê Tirkiyê 14 kes têkildarî kongira HDP li Enqerê girtin.

 Dozgerê Komara Tirkiyê li Enqerê hikmê girtina 15 kesan têklidarî weşandina hin wêneyan ji Ebdullah Ocalan rêberê hewskirî yê PKK bi şikla Slaydê li Skorbordên şaremîn kongira HDP li Enqerê da. 

 Piştî lidarxistina çaremîn kongira mezina partiya Demokratîk a Gelan, HDP û weşandina  hin wêneyan ji Ebdullah Ocalan rêberê hewskirî yê PKK bi şikla Slaydê li Skobirdên kongirê dozgerê Komara Tirkiyê li Enqerê pêvajoya lêkiolînên dadweriyê li vê barê destpê kiriye. 

 Piştî dayîna hikmê girtina 15 kesan têkildarî weşandina van wêneyan li kongirê roja yekşemiyê HDP hêzêzn rawestana li ber terorê yê polîsê Tirkiyê,14 kes girtine û operasyona bona girtin tawanbarekî din didome. 

 Dozgerê Tirkiyê li halekê dest bi lêkolînên dadweriyê li dijî kongira HDP dike ku Dewlet Baxçelî serokê MHP pêştir bi êrişa ser kongira mezin a HDP gotibû: Dozgerê Tirkiyê divê li dijî vê kongirê dest bi lêkolînên dadweriyê bike. Eva kongireyeka cudayîxwaziyê bû ku lêkolînên dadweriyê li dijî wê divê destpê bibe.