Nîsan 26, 2024 08:14 Asia/Tehran
  • Endamê payebilind ê Hamasê: Êrişa ser Refehê ji bo Îsraîlê bûye nakokiyeke navxweyî

Usame Hemdan yek ji rêberên tevgera Hamasê li axiftinekê got ku êrişa ser Refehê ji bo Rejîma Siyonîst bûye nakokiyeke siyasî ya navxweyî.

Usame Hemdan got: Welatên ku daxûyaniyên hevpar didin baştir e ji bo rawestandina şer li Xezeyê tevdîrên pratîkî bkin.Wî teqez kir: Me bi komên filistînî re planek jibo pêkanîna dewleta awarte li ser esasa  rawestandina şêr li Xezeyê pêşkêş kir. 

Hemdan her wiha got: Em ji bo yekitiya Filistîniyan li ser pirojeya rizgariyê û avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê bi derfeteke rastîn re rû bi rû ne.

 Wî her wiha got:Operasyona Refehê ji bo Îsraîlê zêdetir ji meşqeke leşkerî,bûye nakokiyeke siyasî ya navxweyî.

Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku şaxa leşkerî ya Hemasê heta ku dagîrker hebe dê bimîne û piştî damezrandina dewleta Filistînê emê li ser wê biryarê bidin.

Serepeyv