Adar 24, 2019 18:12 Asia/Tehran
  • Aşitiya Tev kurdan bijareya herî baş ji bo Erdogan e

Karzanekî amerîkî ragihand ku herçend hêviyek bi aşitiya Erdogan tev kurdên vî welatî tune lê ev aşitiya bijareya herî baş ji bo wî ye.

James Kerry karzanekî meselên Tirkiyê li Amerîka li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçan a Kurd Press`ê , bal kişande ser vê yekê ku pişkek ji siyaseta Erdogan dijayetiya tev kurdan e û divê çarçovê de diyar kir:: Her çend hêtimal heye çend roj mane bo hilbijartina şaredariyan ya 31 Adarê, Erdogan êrişî ser Kurdan bike, lê rastî eva ye ku hemû dizanin siyasetên wiha ji bo vergirtina dengê xelkê ne û bijareya herî baş li ber  Erdogan eva ye ku ew tev kurdan aşitiyê bike.

James Kerry got ku ji ber hizûra hêzên eskerî yên Amerîka li bakûra Sûriyê,  Erdogan nikare êrişî ser kurdên Sûriyê bike.

Wî bal kişande ser kirîza abûrî ya nav Tirkiyê û ragihand, dewama krîza aborî li Tirkiyê  bûye sebeb, parek ji alîgîrên AKP`ê ji nav vî partiyê derkevin û ber bi CHP`ê herin û li rewşa niha riya herî baş a Erdogan aşitiya tev kurdên vî welatî ye.