Sibat 15, 2019 10:00 Asia/Tehran
  • Rapora Polîsên Istebolê: Cesedê Qaşiqçî li mala Serkunsolê Erebistanê hatîye şewitandinê

Navenda Polîsên Istenbolê ragihand ku hin şop bi dest xistine ku li gorî wan diqewime meytê Cemal Qaşiqçî li mala Serkunsolê Erebistanê li Istenbolê hatîye şewitandinê.

Li gorî rapora Rojnama Al Quds Al Arabîyê, di rapora Navenda Polîsên Istenbolê da hatîye: Li mala Serkunsolê Seûdî 2 bîr û tenûrek ku bi gaz û daran tê vêxistinê hatine peydakirinê û diqewime ku meytê Qaşiqçî piştî pirtîpirtîkirinê di wan bîran de hatîye şewitandinê.

Di dewama wê raporê de hatîye: Diqewime ji ber germatîya gellek zêde ya tenûrê ku digihêje hezar dereceya santîgiradê, nimûneyên DNA`ya Qaşiqçî ji nav çûbin. Tîma têrorê piştî kuştina Qaşiqçî ji bo 32 kesan ji restoranekê goştê xav dixwaze ku diqewime li tenûra mala Serkunsolê Erebistanê hatibe qelandinê.

Li gorî rapora Navenda Polîsên Istenblê, Xedîce Çengîz destgirtîya Qaçiqçî ku derveyî kunsolxanê li benda destgirtîyê xwe bûye sax filitîye û heke karmendê kunsolxanê ragihanda ku ew jî li wir e, li gorî ihtimalê dê tûşî qedera Qaşiqçî biba.

Di dewama wê raporê da hatîye: Polîsan wêneyek weşandine ku nîşan dide hevdestê tirkîyeyî yê bi tîma kuştina Qaşiqçî re hevkarî kirîye kincên Mistefa Medenî bedelê Qaşiqçî dêstî da ne.