Kanûn 05, 2018 17:37 Asia/Tehran
  • Banka navendî ya Tirkiyê siyaseta xwe ya pereyî bo 2019`ê ragihand

Banka Navendî ya Tirkiyê siyaseta xwe ya bo sala 2019ê ya derbarê pereyê netewî û pereyên biyanî de eşkere kir.

Banka Navendî ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku di sala 2019ê de, ji bo seqamgîrkirina nirxê pereyan, dê bi şêweyeke xurt siyaseta xwe ya niha berdewam bike û hemû emrazên li ber dest bi kar bîne.

Her wiha Banka Navendî ya Tirkiyê daye xuyakirin ku ji bo parastina nirxê Lîreyê Tirkî û seqamgîriya nirxê pereyan eger pêwîst bike, dê rasterast an jî bi mekanîzmên din destwerdanê bike.

Di beşeke din a siyaseta xwe ya bo sala 2019ê de, Banka Navendî ya Tirkiyê eşkere kiriye ku dê bo parastina nirxê lîreyê li hember pereyên biyanî, her heftî yan jî her mehê heta 50 milyar dolarî bi awayê diwîz li ser bankên wî welatî dabeş bike.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Saziya Siyaseta Pere ya girêdayî Banka Navendî ya Tirkiyê dê ji bo nirxandin û çavdêrîkirina nirxê pere, di sala 2019an de heşt caran bicive.