158 endamên PKK li Tirkiyê hatin girtin
Medya Tirkiyê raghandin ku 158 endamên PKK li encama operasyona hevdeng a erkdarên rawestana li ber terorîzmê li 12 bajarên Tirkiyê hatin girtin.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê, erkdarên rawestana li ber terorîzmê li Tirkiyê piştî kuştina çend eskerên Tirkiyê li encama teqîna bombeya li kêleka rê ku hêzên PKK ew bi cih kirbûn, operasyona bejahî û hewayî yên berfireh li bajarên curbicur li dijî vê partiyê destpê kirin û hejmarek ji endaên vê komê girtin.
Nûçên medya Tirkiyê nîşan didin ku li vê operasyonê ku ji duh ve destpê bûye û tim didome 158 kes ji endamên PKK li bajarên Amed, Stembol, Wan, Şirnex, Antalya, Bûrsa, Sakarya û Mêrdînê bi tawana endametiya li komên neqanûnî û terorîstî hatine girtin.
Pêncşemiya buhurî jî Heşt eskerên tirk li encama teqîna bombeyeke li kêleka rê ku ji aliyê hêzên PKK ve hatibû bicihkirin, canê xwe ji dest dan û sê kesên din jî birîndar bûn.
Ji ber vê kiryarê rayedarên Enqerê hêrs bûn û bi awayekî berfireh dest bi girtina endamên PKK kirin.
Erkdarên ewlehiyê, jandarmerî û artêşa Tirkiyê piştî vê bûyerê êrişên xwe ser PKK girantir kirin.