Tîrmeh 21, 2018 19:26 Asia/Tehran
  • Sazîyên Mafên Mirovan: Tirkîye li Efrînê mafên mirovan binpê dike

Sazî û dezgehên mafên mirovan Tirkîyê bi binpêkirina mafên mirovan li Efrînê tawanbar dikin.

Li gorî rapora Al Yewm Al Sabiê, 15 sazî û rêxistîyên mafên mirovan ên kurd û sûrî, Tirkîye bi binpêkirina mafên gelê Efrînê ku bi destê hêzên artêşa Tirkîyê tê kirinê, tawanbar kirin.

Li gorî daxûyanîya sazî û dezgehên hanê, bilî koçberkirina bi zorê ya hejmareke zêde ya xelkê Efrînê, hêzên artêşa Tirkîyê gellek sivîl li vê herêmê kuştine û gelek jî êxsîr girtine.

Wan sazî û rêxistîyên mafên mirovan ên kurd û sûrî ji civaka navnetewî û welatên herêmê xwestin ku zorê bidin Tirkîyê ta ku ji Efrînê û gundên derdora wê derkeve.

Wan her pêgirî li ser zelalkirina çarenûsa girtî, bêserûşûn û revandîyan kirin.