Êrişa balafirên cengê yên Tirkîyê ser bakûra Iraqê
Îlon 20, 2017 19:28 Asia/Tehran
Balafirên cengê yên Tirkîyê êrişî deverên sînorî yên bakûra Iraqê kirin.
Li gorî rapora kanala nûçan a Sûmerye News`ê, şahidan ji nûçegihanê vê kanalê re gotin ku balafirên cengê yên Tirkîyê deverên sînorî yên parêzgeha Dihokê dan ber bombeyan.
Serdar Sebrî ku yek ji şahidên bûyerê bûye, ji kanala nûçan a Sûmerye Newsê re got ku balafirên cengê yên Tirkîyê herêmên Ava Şîn û Şêladzê bi qasî saetekê dan ber êrişê.
Li gorî gotina Serdar Sebrî, di encama vê êrişê de 3 kes hatin kuştinê û çend kes jî birîndar bûn.