Hezîran 25, 2017 20:07 Asia/Tehran
  • Selahedîn Demirtaş cejna Remezanê li hemî misilmanan pîroz kir

Hevserokê hepsî yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan a Tirkîyê (HDP) ji girtîgeha Edîrnê va cejna Remezanê li misilmanan pîroz kir.

Li gorî rapora Rojnama Cumhuriyetê, Selahedeîn Demirtaş hevserokê girtî yê HDP`ê li peyamekê bi boneya cejna Remezanê ji girtîgeha Tîpa F a Edîrnê ragihand: Piştî salên dûr û dirêj ez vê carê cejna Remezanê li rex we nînim. Lê ez ser vê bawerê me ku heke navber zêde be jî dilên me bi hev re ne. Diltengbûn û têkoşînên me hevpar in. Em hemî jibo nirxên mezin ên insanî yanî biratî, beranberî, aramî, ewlehî, rehetî, aştî û jîyana bi rêzgirtina dualî hewl didin.

Demirtaş herwiha got: Li vê erdnigarîyê ku baxçeyeke bawerî û gelan e, cejna Remezanê bi wateya parvekirina dostî, xem û berxwedanan ango şirîkatîya li van babetan e. Mixabin me ev eyda Fitrê jî bi rojên dijwar û tal derbas kir. Tenê li Tirkîyê wiha nine, li Sûrîye û Iraqê û li deverên curbicur ên Rojhilata Navînê, gelên misilman li nav şer û zext  û zoran dijîn. Li welatê me jî heta di meha Remezanê da jî sîyaseta ducemserî serdest e. Tevî van yekana em hêvî û arizûyên xwe jibîr nakin. Di vê eyda mezin da hêvî dikim ku hemî destên ku li welêt û çar alîyên cîhanê jibo aştîyê ber bi esmîn va dirêj bûne, daxwaza wan li dergehê ilahî bê qebûlkrin û hemî têkoşînên di vê rêkê da bi serkevtinê bigihêjin dawîyê.

Li dawîya vê peyama hevserokê HDP hatîye: Ez çi li Dîyarbekir an Sûrê û çi li Edirnê bim, min heta roja îro hemî eyd bi hêvî û daxwaza aştî û aramîyê jibo gelê me destpê kirine. Heke gelê me destê xwe bide hev, dadmendî, azadî û beranberîya ku em hêvî dikin, yê serê xwe bigire. Ez eyda Fitrê bidilûcan li hemî ometa islamê pîroz dikim.