Kanûn 06, 2016 20:17 Asia/Tehran
  • Sancar: AKP tola hilbijartina 7ê Hezîranê ji Demîrtaş hiltîne

Parlementerê HDPê yê Mêrdîn Mîthat Sancar ê ku serdana Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaşê ku li Girtîgeha Edîrneyê de girtiye kir, aciziya xwe ya derbarê rewşa li girtîgehê anî ziman û destnîşan kir ku tola hilbijartinên 7ê Hezîranê ji Demîrtaş hiltînin.

Ajansa Sputnîkê li gor medya herêmî ya Tirkiyê ragihand: Sancar ê ku 3ê Kanûnê de serdana Demîrtaş kir derbarê rewşa dawî hin daxuyanî da ANFê. Sancar amaje kir ku Demîrtaş li girtîgehê di bin şertên giran de jiyan dike û ew dema serdanê de jî rastî bêhiqûqiyek mezin hatine. Sancar got: AKP tola hilbijartinên 7ê Hezîranê ji Demîrtaş hiltîne.
Sancar derbarê rewşa Demîrtaş de daxuyand ku li gel şertên giran moralê Demîrtaş dîsa jî gelekî li cih e û wiha gotina xwe domand: ‘Qedexeya hevdîtinê li ser parlementerê Hakkariyê yê HDPê Abdullah Zeydan ê ku bi Demîrtaş re li heman girtîgehê ye, heye. Nameyên wî tên sansurkirin û hemû axaftinên wî yên bi parêzerên wî jî tên qeydkirin û guhdarkirin.' Sancar di axaftina xwe de dibêje mafên Demîrtaş têne binpêkirin û ser giliyên derbarê binpêkirina mafan tê kirin jî tên girtin.

Sancar daxuyakirin ku li hember kiryarên bêhiqûqî wê îro serî Hakimtiya Înfazê ya Edîrneyê bidin û got Demîrtaşê ku hêj destnedayîna wî didome divê bi darazandina bêgirtin. Sancar diyar dike ku qedexe û astengiyên li ser Demîrtaş dibe sedema binpêkirina mafan ku ew hêj di pozisyona parlementeran de ye.

Li gorî gotina Sancar ev kiryarên wiha bi temamî keyfî ne û sîstemeke pratîk heye ku dixwaze parlementerên girtî ji mafên wan mehrum bikin.