Di encama êrişa Artêş û Komîteyên gel ên Yemenê ser kirêgirtiyên Siûdî de 90 çekdar hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i312372-di_encama_êrişa_artêş_û_komîteyên_gel_ên_yemenê_ser_kirêgirtiyên_siûdî_de_90_çekdar_hatin_kuştin
Hêzên Artêş û Komîteyên gel ên Yemenê êrişê 2 baregehên leşkerî yên kirêgirtiyên siûdî û hêzên serokomarê îstîfakirî yê Yemenê li Bakurê Rojhilatê Yemenê kirin. Di encama êrişê de 90 çekdar hatin kuştin û 130 jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 19, 2020 09:42 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa Artêş û Komîteyên gel ên Yemenê ser kirêgirtiyên Siûdî de 90 çekdar hatin kuştin

Hêzên Artêş û Komîteyên gel ên Yemenê êrişê 2 baregehên leşkerî yên kirêgirtiyên siûdî û hêzên serokomarê îstîfakirî yê Yemenê li Bakurê Rojhilatê Yemenê kirin. Di encama êrişê de 90 çekdar hatin kuştin û 130 jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa Fars Newsê,  hêzên Artêş û Komîteyên gel ên Yemenê  ragihand ku duh bi şev êrîşek muşekî li dijî baregeha Meşfî ya leşkerî a li Bakurê Rojhilatê Yemenê a bajarê Merb pêk anîn. balafirek bê mirov bi muşekan 2 baregehên leşkerî yên Astiqilal û Nesir yê nêzî çiyayê Ferze a bajarê Merb kirine hedef.

Li gor nûçeya vê ajansê, di encama êrîşê de 90 leşkerên serokomarê îstîfakirî û revyayî yê Yemenê û kirêgirtiyên siûdî hatine kuştin û 130 jî birîndar bûne.

Erebistana Siûdî, Îmaret û çend welatên din ên erebî ser navê Hevpeymaniya Erebî bi alîkariya Amerîkayê ji Adara 2015 ji erd û esmîn û deryayê şerekî giran li dij xelkê Yemenê dan despê kirin ku di encama wê de heya niha  zêde ji 16 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar kes birîndar bûne û bi milyonan kes ji xelkê vî welatî  jî aware û bê mal bûne û xisarên giran li mal û avahî û binavahiyên yemeniyan ketine. Di vî halî de Hevpeymaniya dagîrker a Erebî ji ber berxwedana gelê Yemenê ti sûdek ji vî şerê nestandiye û her diçe hêzên Yemenî xurtir dibin û kuştî û birîndarên dagîrkerên siûdî û yên leşkerên serokomarê îstîfakirî û revyayî yê Yemenê jî zêde dibin.